QAMIŞLO – Konferansa Jin û Rêbertî bi bangawaziya ji bo Jinên Ciwanên Rojhilata Navîn bi dawî bû.
Îro li bajarê Qamişlo Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Herema Cizirê konferansek ji bo Rêber APO lidarxist. Konferans li ser heman mijar li bajarê Reqa li ser asta Heremên Rizgarkirî jî hat li darxistin.
Di konferansê de li ser dû mijaran semîner hatin dayîn û niqaş pêşketin. Semînera yekemîn ji aliyê Kongra Star ve hatibû dayîn. Semîner li ser rewşa Rêber APO li Îmralî û li hemberî tecrîd têkoşîna gel û gerîla bû. Semînera dûyemîn ji aliyê Rêveberiya Ciwanên MSD Nadiya Yûsif hatibû dayîn. Nadiya behsa rewşa jin di nava aloziyên Rojhilata Navîn de kir. Bal kişand li ser bandora şerên heyî li ser civakê û taybet jinê. Diyar kir ku herî zedê jin zirar ji vê şerê dibînin. Behsa rewşa jinên li Afganistanê kir, ku li hemberî regîma tund a Talîban berxwe didin. Rejîma Talîban pir zext li ser jinan dike û bi qûralan dixwazin jin ji jiyana civakê qût bikin, xwendin ji bo jinan qedexkirin, derketina dervê qedexkirin. Piştî vê bal kişand li ser fikrê Rêber APO û diyar kir ku çareseriya hemû pirsgirekên Rojhilata Navîn û cihanê li cem Rêber APO ne. Di pareznameyên xwe de bi awahiyekê berfireh rewşa civaka Rojhilata Navîn dahurandin kiriye û çareserî pêşkêşkir. Berdewamkirina têcrîd li ser Rêber APO jî serdemek xwe ji vir digre. Ji ber ku çareseriya Rêber APO ne li gorî berjwendiyên hezên hegemonê ye. Civakek serbixe û demokratîk, Netewa Demokratîk weke çareserî pêşkeş dike. Ev jî bi kedxwariya û xeyalên dagirkeriyê yên dewletan nabe yek. Ji ber vê nahelin ku dengek tenê jî ji Rêber APO derkeve.
Jinên Ciwan ku tevlî konferansê bûn nêrînên xwe anîn li ser ziman, gelek pêşniyaran ji bo xûrtkirina hamleya ‘’Ji Rêber APO Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’’ û ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber APO derketin.
Konferans bi Encamnameyek û Bangawaziya ji bo Jinên Ciwanên Rojhilata Navîn bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
Encamnameya Konferansa Jin û Rêbertî
Ji bo pêkanîna fikrên Rêbertî û bi destxistina azadiya fizikî a Rêbertî.
Wek Yekitiya Jinên Ciwan me konferansa xwe di çarçoveya hamleya “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” lidarxist. Di konferansa de niqaş li ser rewşa Rêber APO li Îmraliyê û çareseriyên Rêber APO ji bo aloziyên Rojhilata Navîn hatin meşandin. Li ser ve esasî rol û mîsyona jinên ciwan di vê hamleyê de hat diyarkirin. Bi komplo dixwestin di şexsê Rêbertî de jin, ciwan û civak tûnebikin û bi taybet jinên ciwan bê îrade bihêlin. Lê Rêber APO her li Îmraliyê de meşaleya azadî û berxwedanî hilda.
Ramanên Rêbertî çareseriya Rolhilata Navîn e. Em wê îdiya dikin ku fikrên Rêber APO çarenên ji bo hemû qêrîzên di Rojhilata Navîn de ye û dibe bersiva hemû pirsgirêkên ku tên jiyankirin. Li ser vê bingehê ji bo belavkirina fikrên Rêber APO di Rojhilata Navin û hemî cihanê de nêrin, ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber APO plansazî û pêşniyarên girîng derketin.
Biryarên ku em gihiştinê bi vî rengî ne:
1. Ji bo bilindkirina hamleya “Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re
Çareserî” pêşengtî kirin, perwerde vêkirin û çalakî kirin:
– Li ser vê esasî li ser mijarên şerê taybet, bandora sîstema kapîtalizm û li
ser bandora zihniyeta zayendperest seminar werin dayîn
2. Ji bo şert û merçên jiyanê li Imralî û rewşa tendurstiya Rêber APO ku
naye zanîn, debarê vê de komxebatêk li darxistin.
3. Li ser bê adaletiya û bêdengiya dewletan, bi pêşengtiya jinên ciwan yên
ku hiquq dixwînin re çalakî lidarxistin.
4. Komîteya xwe yên Rêbertî di hemû qadan de avakirin û yên hatine
avakirin xurtkirin.
5. Ji bo danasîna Rêber APO bi hemû jinên ciwan re di pêşengtiya hamle de ziyaretkirina malbatan
6. her wiha ji bo avakirina civakek ekolojî dar çandin û xemlandina bajar.
7. Xurtkirina komên xwandinê di hemû qadan de. Taybet xwendina parêznameyên Rêber APO.
8. Li ser Dîroka Jin taybet perwerde were dayîn û pirtûka Dîroka Jin were xwendin.
9. Meşa Direj ya Jinên Ciwan were lidarxistin.
Piştî encamname bangawazî ji bo Jinên Ciwanên Rojhilata Navîn xwedî li Rêber APO derkevin hat kirin.
‘’Em wekê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojavayê Kurdistanê heya Rojhilata Navîn silavên xwe ji bo hemû jinên cihanê û rojhilata Navîn rê dikin. Em têkoşîn, berxwedanî û sekna wan li hemberî zihniyeta 5000 hezar sal, pîroz dikin. Qeyrana ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyankirin, êrîşên 24 seat li ser jinê dewam dikin. Dijmin bi qetilkirin, tecwaizkirin ev êrîş berdewam dike. Dixwazê berxwedanî û heza jinê li hemberî zihinyeta 5 hezar sal bişkîne, tûne bike, bê îrade û fikre bihêle. Dewletên hegemon û desthilatdar vê yekê baş dizanin. Ew jî dixwazin ev îrade ku di jinê de heye tûne bikin ji ber vê ev êrîş li ser jinê 24 seat berdewame. Rêber APO dibêje ev sedsal bibe sedsala azadiya jinê, dijmin jî li hemberî vê dixwaze di vê sedsalê de îradeya jin ji bînî ve tûne bike. Silogana ‘’Jin Jiyan Azadî’’ bû siloganekê navnetewî. Hemû jinên cihanê xwe di bin vê siloganê de bi rêxistin dikin. Jinên Rojhilata Navîn jî di bin vê siloganê de xwe bi rêxistin dikin. Berxwedanî û têkoşîna xwe mezintir dikin. Serhildanên jin li hemberî tûnekirinê berdewam in. Jinên ku di bin fikre Rêber APO de xwe rêxistin dikin pêwistê xwe bighînin hemû jinan. Hemû jin ku bi vê zîlmê rû bi rû ne rêxistin bikin. Em li ser bingeha ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û zanîsta jinê xwe bikin yek. Ji bo vê jî em lazime hemû jinên Rojhilata Navîn hamleya ji bo Rêber APO ku ketiya merheleya dûyemîn xûrt bikin. Em hîn berfirehtir bikin. Çawa ku ev hamle derbasî merhaleya dûyemîn bû em jinên ciwan pêwistê xwe berpirsiyar bibînin. Rêbertî ewqas giringî da jin û ciwana, em jî pêwistî li gorî erk û berpirsiyartiyên xwe tevbigerin. Bangawaziya me ewê ku em bibin xelekek rêxistinkirî di derdorê Rêber APO de. Hemû jinên ciwanên Rojhilata Navîn û Cihanê em bi hevdû re xwe rêxistin bikin. Dİ fikre û îdeolojiya Rêber APO de xwe kûr bikin ji bo ev sal teqez bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Şoreşa jin di sedsala 21’êmîn de despêkir. Em pêwistê xwedî li vê mirasê derkevin. Ewqas jin ji bo azadiya xwe bi dest bixin di Rojhilat Navîn de hatin qetilkirin, tecawizkirin, tûnekirin. Ji ber vê em jin xwe di bin fikre Rêber APO de xwe bi rêxistin bikin. Em bibin bersiv ji vê dijminê re. Ji bo em bibin bersiv li tecrîda ku li ser Rêber APO bê navber tê meşandin û her diçe zedê dibe. Ji bo em êdî komplo têk bibin û bi Rêber APO re azad jiyan bikin.’’
Konferans bi siloganên ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û ‘’Bê Seroka Jiyan Nabe’’ bi dawî Bû.