ŞEHBA- Bi hevkariya Meclîsa Tenduristiya Jinê ya Kantona Efrîn û Şahba, Yekîtiya Jinên Ciwan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn,Bi dirûşmeyê “Baldar bin madeyên hişbêr yê ku nexweşî û xirabiyê belav dikin. Dest bi dest ber bi civakekî bê nexweşî” kampanyayeke hevpar a hişmendiyê hat destpêkirin.
Kampanya li gelek herêmên weke Ehras, Ehdet, Fafîn, kampa Serdam û Berxadan, Tel Rifat, Dêr Cemal û Şêrawa dest pê kir. Kampanya wê li hemû herêmên Efrîn û kantona Şahba berdewam bike.
Her wiha di kampanyayê de belavokên hişyarkirinê li malbatan tên belavkirin, li qadan pankart tên daliqandin û dersên hişyarkirinê yên ku balê dikişîne ser xetereyên narkotîkan û bandorên wan ên neyînî li ser tenduristiya mirovan tê dayîn. Armanca vê kampanyayê bilindkirina hişyariyê, kêmkirina belavbûna tiryakê û xebata ber bi civakek saxlemtir û ewletir e.