TEBQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber re APO Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebat li dar dixe.
Komxebata ku danê sibehê li salona Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê dest pê kir, gelek ciwanên Ereb û Kurd ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Komxebat bi xêrhatina hemû beşdaran û deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Akademiya Rêberti Cûd Şahîn têkildarî rewşa dawî ya Rêber APO axaftinek kir.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO hate nîşandan.
Komxebat bi armanca nîqaşkirina komploya ku hêz û dewletên emperyalîst di şexsê Rêber APO de di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî gelê Kurd û gelên azadîxwaz pêk anîn û encamên komployê hate destpêkirin. Li ser vê bingehê têkoşîn û armancên ciwanan ên li dijî komployê di çarçoveyeke berfireh de hatin nîqaşkirin.
Komxebat dewam dike.