NAVENDA NUÇEYAN- Hate ragihandin ku li navçeya Kazan a Enqereyê li Navenda Hevkariya Anonîm a Pîşesaziya Balafiran a Tirk (TUSAŞ) teqînekê rû da û dengê çekan hate bihîstin.
Hêzên dewleta Tirk ragihand ku kuştî û birîndar hene.
Tîmên taybet û agirkujiyê sewqî herêmê hate kirin.
Şîrketa Senayî ya Feza û Hewayî ya Tirk, navenda teknolojiyê ya di qadên dizayn, pêşxistin, hilberandin, temamkirin, nûkirin û xizmetên piştî firotinê yên platformên hewayî ya li Tirkiyeyê de ye.
Şîrket ji bo Airbus A380 ku mezintirîn balafira rêwiyan a cîhanê ye balafira veguhêzînê leşkerî Airbus A400M parçeyan dihilberîne.
Agahiyên berfireh wê bên…