ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehba li Şehba komxebatek li dar xist.
Komxebat bi beşdariya endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hate lidarxistin. Komxebat bi daqayekî rêzgirtinê li ser giyanên şahîdan dest pê kir.
Di komxebat endamên TCŞ axivîn û behsa girîngiya Şerê Gel ê Şoreşgerî di serxistina şoreşan de kirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku bi şerê gel ê şoreşger ew ê tevahî êriş û planên dagirkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.
Dûre beşdaran jî teqezî bi girîngiya pratîkkirina şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina destkeftiyan kir.
Komxabat bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” û moralek mezin bi dawî bû.