TEBQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO forumeke diyalogê bi dirûşma “Ji Rêber APO re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li goristana şehîdan a bajarê Tebqayê li dar xist. Di forumê de endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan û tevgerên ciwanan ên 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
Di serî de endama Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Cûd El Hemod bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanc ji lidarxistina vê forumê hemwextî salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan ew e ku fikrê Rêber APO were belavkirin û li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşînê were mezinkirin.
Piştre perspektîfên Rêber APO ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê Telal El Ehmed ve hat xwendin û sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hat pêşandan.
Dîwana forumê ku ji berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hisên û rêveberê Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îbrahîm Hebeş pêk hat, deriyê nîqaşan li ser komployê, li ber beşdaran vekir.
Beşdaran destnîşan kir ku di şexsê Rêber APO de ciwan û gelên azadîxwaz hatin hedefgirtin û ew komplo heta roja îro bi rêya pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê tê domandin. Her wiha, wan diyar kir ku fikrên Rêber APO ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyan pêşkêş dikin û gelan ji pergala kapîtalîst rizgar dikin.
Ciwanan teqezî bi rola pêşengiyê ya ciwanan di civakê de ji bo têkbirina komploya navneteweyî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO de, da.
Di dawiya forumê de encamname wiha hat diyarkirin:
Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibe armanca sereke ya ciwanan.
Ciwan rola pêşengiyê di pêngava “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de bilîzin.
Li ser komploya navneteweyî konferans û komxebat werin lidarxistin.
Parêznameyên Rêber APO werin xwendin da ku fikrên wî bi awayekî kûrtir werin naskirin.
Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî were rûniştandin.