BORDOX- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Endamên TCŞ’ê li Bordeaux Gare Saint Jean (Îstasyona Trenê) bi wêneyên Rêber APO û dirûşmeyên “Azadî ji Ocalan re” meşiyan.
Piştî çalakiyê li ser navê TCŞ’ê Adar Serhed daxuyanî da û destnîşan kir ku divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li qadan bin.
Adar Serhed destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya gelê Kurd û gelên bindest e û got, “Rêber APO 26 sal in di zindanên faşîzmê de li dijî hemû cîhanê bi îradeyeke mezin li ber xwe dide. Divê em ciwanên Kurd Rêberê xwe ji xwe re mînak bigirin û bi bawerî û îradeyeke mezin li qadan bin.”
Adar Serhed bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan a di bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber APO de û wiha got: “Em ji bîr nekin ku tenê em ciwan dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.”
Adar Serhed di berdewamiya axaftina xwe de got, “Divê em her roja nû bi şîara ku îro roj e û sibe ji bo azadiya Rêbertî dereng e destpê bikin û bawer bikin ger em van bikin teqez em ê bi ser bikevin. ”
Adar Serhed “Hevalno, pêvajoyeke gelekî dijwartir li benda me ye. Divê em di vê pêvajoyê de bibin yek û heta ku Rêber APO azad bibe divê em bi dilsozî têkoşînê bimeşînin û li qadan bin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.