NAVNDA NUÇEYAN- Ji şeva 23-24ʹê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi bejahî û asîman bi balafirên şer, bêmirov û çekên giran seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire.
Dagirkeriyê malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temir, kantona Minbicê, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, stasyona kehrebê li Kobanê, nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navneda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên kantona Cizîrê hedef girtin.
Di encama bombebaran û topbaranên dijwar de, li gorî agahiyên nûçegihanên me belge kirine, li bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehba 4 welatî di nav de zarokek şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn.
Her wiha 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Kobanê birîndar bûn.
Di bombebarana li dijî navenda tendurstiyê ya li taxa Xelîc a Qamişloyê de welatiyek birîndar bû û di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya bajarê Dêrikê de karkerekî kargeha gazê birîndar bûn.