DÊRA ZOR – Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Dêra Zor der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO de seminer li dar xistin.
Seminer li kampa Ebû Xeşeb bi beşdariya dehan jin û jinên ciwan bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê dest pê kir.
Endamên Desteya Ciwan û Werzîşê jî tevlî seminer bûn. Di destpêka semînerê de endamen Desteya Ciwan kemek ser xebatên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO behs kirin. Di seminer de bal hat kişandin ser komploya navneteweyî ya di 9ʹê Cotmeha 1998ʹan de hatiye destpêkirin, li ser rojên destpêkê yên ku Rêber APO têkoşîna xwe dest pê kiriye heta bi komploya li dijî wî û xistina girtîgeha Îmraliyê.
Semîner bi nîqaşên beşdaran dom kir.