NAVENDA NÛÇEYAN – Rêber APO ku piştî 43 mehan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî ev peyam da: “Şert û merc çi dibin bila bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajo ji şer û tundiyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî.”
Rêber APO ku 26 sale li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, piştî 43 mehan bi Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Omer Ocalan di hesabê xwe yê medya dîjîtal de hevdîtinê ragihand.
Omer Ocalan peyama Rêber APO jî parve kir.
Omer Ocalan wiha got: “Min di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di çarçoveya serdanê de pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi piranî geşedanên siyasî nirxand û xwest ez vê peyama wî bigihînim raya giştî: ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Rewşa wî ya tenduristiyê baş bû. Silav li her kesî dikir.”’. Tenduristiya wî baş bû û silavê wî ji her kesî re hebû.”