ŞENGAL-Yekîtîya Jinên Ciwanên Şengalê li Xanesorê bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Berîtan bernameyekî bîraninê li darxistin. Bi dehan jinên ciwanên Ereb û Êzidî li pirtukxaneya Ş.Vêjin li kom bûn.
Piştî deqeyekê rêzgirtin di derbara jiyana şehîd Bêrîtan û avakirina arteşbûna jin de semîner hate dayin û sînevîzyon hat temaşe kirin. Di semînerê de endama Yekîtîya Jinên Ciwanên Şengalê Ala wiha anî ser ziman : “Îro salvegera şehadeta 32’yemin ya Şehîd Bêrîtan e. Ji bo kû jin ji bindestî û zordarî xilas bibe Ş. Bêritan têkoşînekê bê hempa da meşandin. Heval Bêrîtan li hemberi ixanetkaran û dijmin teslîm nebû, li hemberî hovîtîya zilam teslîm nebû. Arteşa jin ji bo bersivdayîna tekoşîna Şehid Beritan hate avakirin. Ava bûna YJA Star û YJŞ (Yekîtiya Jinên Şengalê) li ser mîrate çalakiya Şehîd Bêrîtan çêbû. Heval Bêritan ji bo me bûye sembol. Em hemû jinên ciwan dixwazin bibin wekî Bêritanan.”
Bername bi sloganên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.