MEXMÛR- Iro sibehê seet 9 li Parqa “4’ê Nisanê” ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di pêşengtiya Wexfa Jin de pîrozkirina 9’emîn Mihrîcana Şêhîd Bêrîtan destpê kir. Di roja yekemin de hunerên dest a jin û jinên ciwan ên Wargehê hatin pêşkeş kirin.
Pêşengeh li parka 4’ê Nîsanê ya Rêbertî bi amade bûna gel û xwendevanên wargehê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên doza azadiyê hat vekirin. Di vekirina pêşengehê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Nerexî axivî.
Piştî axaftina Qîmet Nerexî gel û xwendevanan berê xwe dan pêşengeha hunerî ya ku di nava parkê de hatî raxistin. Pêşengehê bi kel û pelên Kurdewarî yên jiyana gelê Kurd ve dibêje hatibû xemilandin. Her wiha di nava pêşengehê de dayîkan stran gotin û nan çêkirin
Di pêşengehê de endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr jî di bingeha Atolya Şehîd Avyan Buldan de hunerên xwe pêşkeş kirin.
Her du sal carekê ji bo bîranîn Şehîd Bêrîtan ya ku di 1992’an de li hembrî xeta xiyanetê ya Malbata Barzanî çalakiya fedayî pêkanî, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mihrîcana çand û hunerê tê li darxistin. Îro jî bi boneya 32’emîn salvegera şehadeta Bêrîtan, 9’emîn Mihrîcana Şehîd Bêrîtan bi pêşengehekî hunerî destpê kir û wê sê roja bi dome.