BEHDÎNAN- HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan gelek çalakî li dar xistine.
HPG’ê di destpêka daxuyaniyê de fermandara mezin şehîd Bêrîtan bîbiranî got, “Di çalakiyên bîranînê yên bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê de, derbên giran li dagirkeran hatiye xistin.”
Daxuyanî wiha ye:
Em fermandara xwe ya nemir rêheval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku bi berxwedan, helwest û şehadeta xwe bû sembola li dijî xiyanetê û teslîmiyetê, di salvegera şehadeta xwe de bi rêzdarî bi bîr tînin. Di çalakiyên bîranînê yên bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê de, derbên giran li dagirkeran hatin xistin.
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
21’ê Cotmehê saet 10:30’î li herêma Berxwedana Girê Baharê traktora ku malzemeyên dagirkeran dibir, bi çekên giran hate derbkirin.
23’ê Cotmehê saet 04:20’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Cûdî bûne hedef û bi taktîkeke sûîqestê gulebaran kirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 1 kameraya Mobesse hate rûxandin.
23’ê Cotmehê saet 09:30’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dagirkeran bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 2 dagirker birîndar bûn.
23’ê Cotmehê saet 11.00’an de li herêma Berxwedana Girê Amediyê dagirkeran bi taktîka sûîqestê hedef girtin û gulebaran kirin û 1 dagirker hate cezakirin.
23’ê Cotmehê saet 13:20’an dronek a dagirker a li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
23’ê Cotmehê saet 13:30’an kamerayeke Mobesse ya dagirkeran a li Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
23’ê Cotmehê saet 17:00’an de teqemeniyên dagirkeran ên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin.
2. Herêma Xakurkê;
21’ê Cotmehê saet 11:00’an de dagirkerên Girê Şehîd Hêmin kirin hedef û bi çekên giran gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
3. Herêma Metîna;
21’ê Cotmehê saet 13:30’an de li herêma Berxwedana Serê Metîna dagirker dema dixwestin xwe bi cih bikin bi çekên navîn hedef girtin û 1 dagirker birîndar bû. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
22’ê Cotmehê saet 01.15’an li herêma Berxwedana Serdemê ya Şêlazê kamerayeke Mobesse ya Termal bi taktîka sûîqestê li dijî dagirkeran hatiye îmhakirin.
24’ê Cotmehê saet 08:30’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Şêlazê, dagirker bi çekên navîn ên otomatê bi awayekî bi bandor hatin gulebarankirin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker birîndar bûye û çeperek jî hatiye derbkirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 20 û 21’ê Cotmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Di 20’ê Cotmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê FM ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê 6 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 21, 22 û 23’ê Cotmehê de Herêmên Berxwedanê yên Berbizinê, Xinêreya Jor, Kendekola, Lolan, Qele, Sinînê yên herêma Berxwedana Serdemê ya ehîd Delîl Rojavayê Girê Bahar a herêma Zapê du caran, Bêşîlî, Şêlazê, Serê Metîna Herêmên Berxwedanê yên herêma Metîna 4. carek, qada şerê Girê yê herêma Qendilê; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 26 caran hatiye bombekirin.
20, 21 û 23’ê Cotmehê, Girê Şekîf, Şehîd Şerîf, Herêmên Berxwedana Serdemê Sinînê. Bi helîkopterên êrîşê bi giştî 48 caran hatiye bombekirin.
24 Cotmeh 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê