NAVENDA NUÇEYAN- Beriya demekê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyek xwe ya televisyonê de banga jinên cihanê kir û got “Em di bin navê ”Li Sifreya Rojê ” de li herderê çalakî li dar bixin. Di van çalakyan de an jî sofreyan de emê rojekê bi Rêber APO re derbas bikin. Bibin mevanê sofreya Rêber APO. Bikevin nava felsefeya Rêber APO.”
Li ser esasê vî bangawaziyê, di pêşengtiya Komiteya Perwerde Jinên Ciwan û Komiteya Jineolojî ya Ciwan li her bajarê endamên Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyên ”Bîraninên Bi Rojê re” li dar xistin.
Di bin navê ”Bîraninên Bi Rojê” de endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbiç li parka Rêber APO kom bûn û roja xwe bi Rêber APO re derbas kirin. Di çarçoveya hamleya ”Ji Rêber APO re Azadî, ji pirsgrekê Kurd re çareserî” û bi şîarara “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” Jinên ciwan Rêber APO dixin navenda hemû kar û xebatên xwe.
Despêkê rojê de ”Bîranînên bi Rojê” jî hatin temaşekirin. Ev dimen li ser esasê bîranînên gel û welatparezan bi Rêber APO re hatibûn amadekirin.
Her wiha dimenên “Rêber APO di nava jiyanê de” hatin temaşekirin. Rêber APO çawa silav dide hevalan, silav dide zarokan, dayîkan, gel. Dema li keveka meyze dike… Di vir de nêzîkatî û hezkirina Rêber APO li hemberî jiyanê hatin nasîn.
Piştî vê Jinên Ciwan hestên xwe di derbarê vê rojê û ji bo Rêber APO kirin nivis. Name ji Rêber APO re nivisandin.
Ji bo hemû jinên ciwan ku tevlî tevlî çalakiya bîranînên bir Rojê re bûn xalatên biçûk hatin amadekirin.
Piştre Jinên ciwan tevlî pêşbirka pirsan li ser jiyana Rêber APO bûn. Di pêşbirkê de pirsên li ser jiyan û tekoşîna Rêber APO hatin kirin. Dû tîm hatin çekirin, her car tîmekê bersiv da pirsan. Dema tîmek bersiva pirsa nizane an jî şaş bersiv dide balonên bi avê li ser serî wan de tên teqandin. Jinên ciwan bi coş û moralekê mezin tevlî pêşbirkê bûn.