BERN – Endamên TCŞ’ê li Bernê, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li ber avahiya rojnameyê ya li Bernê ya Swîsreyê Tecrîda li ser Rêber APO protesto kirin.
Endamên TCŞ’ê yên ketin avahiya “20 Minute” û “Bern Zeitung” daxwaza azadiya fîzîkî Rêber Apo kirin û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava. Endamên TCŞ’ê dosyaya têkildarî tecrîda li ser Rêber APO û pergala Qirkirina Îmraliyê heye radestî edîtorê rojnameyê kirin.
Ciwanan piştî çalakiyê dirûşmên “Bijî Serok APO” berz kirin û daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de piştî hevdîtina 23’ê Cotmehê ya di navbera Rêber APO û biraziyê wî Omer Ocalan de, bal hat kişandin ser gotina Rêber APO ya “Tecrîd heye” û banga têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha pêla nû ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23’ê Cotmehê ve hat şermezarkirin