MINBIC – 5 baregehên dewleta Tirk hatin hedefgirtin. Di çarçovaya parastina rewa li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Cebhet El Ekrad 5 baregehên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Minbicê yên hatine dagirkirin hedef girtin.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Cebhet El Ekrad ev baregeh topbaran kirin: Kerbeçlî, Şawa, Şêx Nasir, Beldeq û Şêx Eqîl. Di encama êriş û topbaranên li dijî van baregehên dewleta Tirk a dagirker de kuştî û birîndar hene.