HAMBÛRG– Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û rêveberiya Meclîsa Gel li Hambûrgê li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cih û warên sivîlan bi taybet li Rojava û Bakurê Suriyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.Di daxuyaniyê de alên TEV-DEM’ê bi tevlîbûna Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û dostên Kurdistanê hatin hilgirtin. Her tim dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn.
Li ser navê Meclîsa Gel a Hambûrgê Berfîn Çewlîk daxuyanî da û diyar kir ku ji 23’ê Cotmehê ve êrîşên dijwar li ser Qamişlo, Kobanê, Minbic, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin.
DIVÊ LI HER DERÊ BERXWEDAN HEBE
Piştî daxuyaniya Befrin Çewlîk, li ser navê TCŞ’ê Ramazan Mêrdîn daxuyaniya çapemeniyê xwend. Mêrdîn diyar kir ku di bombebarana bi balafirên bêmirov de qadên jiyanê yên sivîlan jî di nav de navendên tenduristiyê yên gel û santralên ceyranê bûne hedef û wiha got: “Weke her carê DYA, hêzên Ewropa û navneteweyî ji bo ku qetlîam nebînin sê gav avêtin. Dewleta Tirk a qirker, şirîkê wê yê NATO’yê, sivîl û wargehan hedef digire Meymûn bi bêdengiya xwe dileyizin û piştrast dikin. Werin em berxwedanê mezin bikin. Divê li her derê berxwedan, li her derê Rojava hebe.”
Ramazan Mêrdîn di axaftina xwe de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya gelê Kurd e û banga tevlîbûna meşa girseyî ya 2’ê Mijdarê li Hambûrgê kir.
Çalakî bi dirûşmeyan û sirûda Rojava bi dawî bû.