STUTTGART- Bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hate protestokirin.
Kurdistanî bi alên YPG û YPJ’ê daketin qadan û pankartên êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û qetlîaman eşkere kirin.
Ciwan û Kurdistanî li bajarê Stuttgart Kobaneplatzê li hev civiyan û têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelek cihên sivîlan bi taybet nexweşxane, nanpêj û santralên li Rojava, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Li ser navê FED-GEL Marûf Amed axivî û bal kişand ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên Rojava. Maruf Amed wiha got: “Di vê pêvajoyê de li dijî gelê me gelek antîpropaganda tê kirin. Tecrîda li ser Rêber APO ne hatiye rakirin, ne jî Rêber APO azad bûye. Gelê me hê jî penaber e û qetlîamên li ser wan berdewam dikin.”
Maruf Amed bal kişand ser bomberdûmana li ser Kurdistanê û got, “Ji me re dibêjin teslîm bibin. 50 sal in em têdikoşin. Ev têkoşîn ne ji bo teslîmiyetê ye. Daxwazên me hene, beriya her tiştî em azadiya fîzîkî ya Rêber APO dixwazin. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dest bixin.”
Maruf Amed di dawiya axaftina xwe de êrîşên hewayî yên li dijî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.
Li ser navê Meclîsa Jinê ya piştî Maruf Amed Berjîn Avaşîn axivî, bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst şermezar kir.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle Besetzer raus aus Kurdistan” û “Hoch die Internationale Solidarität” bi dawî bû.