TÎÇÎNO – Kurdistanî û ciwanên li bajarê Ticîno yê Swîsreyê dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst daketin qadan û dengê xwe bilind kirin.
Di çalakiyê de alên Rêber APO, alên PKK, KCK, TCŞ’ê û pankartên “Rojava biparêze, Dagirkeriyê nehele” hatin vekirin.
Kurdistanî bi banga Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li ber Gara Trenê ya Bellînzona li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a faşîst hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên faşîst ên dewleta Tirk wê werin şikandin û li dijî êrîşan bang li tevahî gel û bi taybet ciwanan hate kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Rojava, Bijî YPG” bi dawî bû.