BERLÎN – Ciwanên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Rêxistina Xwendekaran li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşên hewayî yên li dijî Rojava çalakiyek li dar xistin.Meşa ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê li Alexanderplatz a yek ji qadên qelebalix ên Berlînê destpê kir, bi daxuyaniyan berdewam kir û li Kottbusser Tor bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a ji 23’ê Cotmehê û vir ve bi konseptek nû ya êrîşê li ser Rojava. Hat diyarkirin ku di van êrîşan de cih û warên sivîlan û destkeftiyên herêmê bûne hedef.
Di meşê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bimre Îxanet” hatin berzkirin.