MEXMÛR- Bi çoşek mezin gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî îşev Konvoyek ya erebeyan ji bo silav kirina çalakiya Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn pêkanî.
Bi saetan konvoya xemilandî derdora Wargehê geriya û ji her erebe sloganên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.
Di dawiya çalakiyê berdevkê Tevgera Ciwanên Mexmûrê Sipan Yaman axivî û diyar kir ku Azadiya fizikî ya Rêber APO bi bilindkirina Têkoşînê were misoger kirin.