ŞENGAL-Doh xelkê Şengal dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li kom bûn
Şeva 23 heta 24ê mehê dewleta tirk a dagirker êrîşên ser gundê Digurê û Barê kir.
Li gundê Digûre malekê sivîlan hat hedef girtin û di encam de jinekê birindar bû û ziyanê maddî hebûn. Li Barê di encamê êrîşê de şervanekê YBŞ şehîd ket û 2 birindar bûn. Dewleta tirk a dagirker wê şevê jî gelek êrîşên hovanê ser Rojavayê Kurdistanê kir.
Dijî van sucên şer xelkê Şengal li cihên êrîşên li kom bûn û li gundê Barê daxuyaniyekê hat lidarxistin. Gelê Şengal hersa xwe li hember sucên dewleta tirk diyar kir û soza berdewamkirina têkoşîna xwe û hesab xwestin ji dijminê nîşan da.