HABER MERKEZİ- Zozan Çewlîg: Bêrîtan pîvana me ya îdelojîk-rêxistinî ye. Em weke YJA Star îro hêzek in ku li ser xeta Bêrîtanê dijîn û şer dikin. Em hêza xwe ya herî mezin jî ji rastiya Bêrîtan digirin.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg di bernameyeke taybet a ku di Televîzyona Medya Haberê de hat weşandin de pirsên rojnamevan Arjîn Ferat bersivand.
Hevpeyvîn wiha ye:
Niha li Tirkiyeyê bi armanca şerê taybet zimanê xwe guherandine, lê di esasê xwe de tecrîda giran a li ser Rêbertî didome. Tecrîda ku rûyê rast ê vê rojevê ye, li gorî van geşedanan divê çawa were meşandin?
Beriya her tiştî meha Cotmehê meha ku gelek fermandarên me yên pêşeng û hevrêyên me yên fedaî şehîd bûne. Em ber bi 25’ê Cotmehê ve diçin û bi boneya 25’ê Cotmehê rûmeta me ya azadiyê ye û salvegera şehedate fermandara me ya fedaî Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ye. Di şexsê heval Bêrîtan û şehîdên me yên Cotmehê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez soza xwe nû dikim ku em ê bîranîn û têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Weke ku tê zanîn 25’ê Cotmehê di heman demê de salvegera Artêşa me ya Jinên Azad e. Ez dixwazim bibêjim ku em deyndar û minetdarê mîmar û rêberê tevgera me ya azadiyê û artêşa xwe ya jinê Rêber Apo ne. Artêşbûna me ya jinan li Rêber Apo pîroz dikim. Li ser navê hemû şervanên YJA Starê berxwedana Rêbertiya xwe silav dikim, rêzdarî û hezkirina xwe pêşkêş dikim. Careke din damezrandina Artêşa Jinên Azad li hemû jinên Kurdistanê û hemû jin û gelên azadîxwaz pîroz dikim. Di şexsê milîtan û şervanên YJA Starê yên ku li ser xeta Bêrîtan dimeşin, di nava şert û mercên dijwar de dijîn û di çeperên pêş de li ber xwe didin, li ser navê hemû hevalên xwe yên şervan û têkoşînê artêşa me ya jin pîroz dikim û di salvegera 32’yemîn de ji wan re serketinê dixwazim.
Weke ku we diyar kir Komploya Navneteweyî di meha Cotmehê de 26’emîn salvegera xwe derbas kir. Beriya her tiştî ez careke din hemû hêzên ku komplo pêk anîn bi nefret şermezar dikim. Tevgera me armanca komplo û tecrîda li ser Rêber Apo û encama ku dixwest bi dest bixe bi berfirehî nirxand. Dema em li geşedanên giştî yên îro dinêrin, şerê qirkirinê li ser Rêber Apo tê meşandin, bi qasî şerê qirkirinê yê li ser gelê Kurd tê ferzkirin li ser gelên Rojhilta Navîn jî şerê qirkirinê tê meşandin. Di heman demê de 43 meh in şerê qirkirinê li ser Rêber Apo tê meşandin û tecrîd dike, hem di aliyê hiqûqî hem jî di aliyê mirovî bi polîtîkayên faşîst ên heyî deriyê Îmraliyê kîlît kirine. Ev polîtîkayeke ku heta niha didome û her kes dibîne, temaşe dike û dişopîne. Di şexsê Rêbertiya me de li Kurdistanê rastiya gel a berxwedêr û rastiya jinê heye. Îro di şexsê Rêbertî de siyaset û îdeolojiya ku hêviyê dide gelan heye û her kes vê yekê dizane. Rêber Apo rêya rizgariya gelan û bindestan e. Rêber Apo çareseriya herî mezin a pirsgirêkên hemû gelan e. Paradîgmaya Rêbertiya me ji aliyê hêzên navneteweyî û hemû hêzên hegemonîk weke xeteriyeke mezin tê dîtin. Di vê wateyê de em nikarin polîtîka, tecrîd, polîtîkaya ku 43 meh in li Îmraliyê tê meşandin, ji şerê cîhanê yê 3’yemîn ku îro li Rojhilata Navîn tê meşandin ji hev qutkirî binirxînin. Ji ber vê yekê, weke ku me diyar kir polîtîka û siyaseta li ser Onder Apo tê meşandin, siyaset û polîtîkaya li ser gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurd tê meşandin e. Em ber bi dawiya salekê ve diçin û heta niha şert û mercên tecrîda giran a berdewamiya komployê ne, di şexsê Rêbertiya me de hatiye tasfiyekirin, gelo çi bû û çima rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji nişka ve pêwîstiya vê guherîna ziman hîs kir? Berî her tiştî, divê mirov vê yekê fêm bike. Ez wisa difikirim ku ev ne rewşek ji şerê cîhanê yê 3’yemîn ê li Rojhilata Navîn qutkirî ye. Bi taybetî şerê Îsraîl û Hamasê ya bi piştgiriya DYE’yê tê meşandin salek li pey xwe hişt. Ev şer gav bi gav bûye qonaxeke nû û veguheriye pêvajoyeke ku Îsraîl dixwaze xwe li Rojhilata Navîn weke hegemon bi cih bike. Di van demên dawîn de Îsraîl vî şerî her ku diçe zêdetir bir ser Lubnan û Beyrûdê. Dîsa ev şer gav bi gav ber bi Îranê ve diçe. Her çendî Îran ji bo ku nekeve nava vî şerî hin hewldan kiribe û di aliyê taktîkî kiribe jî xuya ye ku ev şer gav bi gav wê li Rojhilata Navîn pêş bikeve, kûr bibe û berdewam bike. Ev şerê hegemonîk di heman demê de tê wateya destpêka serdemek nû û pêkhatina hevsengiyên nû. Dîsa bi vê re dibe navê parvekirinên nû. Her ku em ber bi dawiya salê ve diçin, xuya ye ku ji ber mezinahiya van geşedanan gelek dewletên Rojhilata Navîn di bin xeteriyê de ne. Helbet ev rewş her ku diçe zêdetir bandorê li Tirkiyeyê dike û ji geşedanan ne qutkirî ye. Ji ber ku îro di şerê li Rojhilata Navîn û rewşa kaos-krîza ku gelek dewlet tê de ne, dewleta Tirk her çendî dem bi dem jî, bi taybetî li hemberî Rêbertiya me û tevgera me ji krîza li Rojhilata Navîn sûd werdigire, polîtîkayên tasfiyekirinê meşand. Mînak di vî warî de xwest ji şerê Rûsya û Ûkraynayê sûd werbigire. Dîsa îro li Iraqê krîz û kaoseke giran heye. Rastiya Iraqeke belavbûyî heye. Ji vê yekê sûd werdigirin, dîsa ji Sûriyeyê sûd werdigirin û hwd. Daxwaza wî pêk hat û em dikarin wê zêde bikin. Yanî Tirkiye dem bi dem dixwest ji vê yekê sûd werbigire. Îro li Tirkiye û Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd heye. Helbet nêzîkatiyeke radîkal a ji bo pirsgirêka Kurd an wê were diyarkirin û çareserkirin û guhertinek çêbibe, an jî wê bi rengekî din çareseriya vê pirsgirêkê derkeve pêş. Em di serdemek wiha re derbas dibin. Çima ez vê diyar dikim? Ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn, îro faşîstên Erdogan û MHP’ê li şûna ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên qirkirinê yên ku meşandine çareser bikin, bi salan e bi şer û qirkirinê re polîtîkaya tunekirinê û ji holê rakirina meşandin. Weke min behs kir, wan ji hin rewşên Rojhilata Navîn sûd wergirtine. Belê, belkî AKP-MHP û dewleta Tirk di demeke kurt de ji hin valahiyan sûd werdigirin, lê dema ku em li geşedanên ku îro tê de dinêrin, ne wisa ye. Rastiya Tirkiyeyeke ku di siyaseta xwe ya derve de gav bi gav têk çûye derketiye holê. Li Tirkiyeyê rastiyeke ku zêde encam nade heye. Pirsgirêka Kurd jî heye ku weke armanceke jidil daniye pêşiya xwe û ji bo wê jî rojane siyaseta xwe dimeşîne. Di vê mijarê de em ber bi dawiya sala 2024’an ve diçin, tevî hemû nêzîkatiyên wê yên faşîst, tecrîda herî giran a heta îro li ser Rêbertiya me hatiye ferzkirin, faşîzma li ser gelê me meşandiye û tevî piştgiriya Iraq û PDK’ê ya hevkar digire jî hê jî ratiya Rêbetiyekî ku li ber xwe dide û bi bandor e heye, rastiya gelê Kurd û rastiya gerîla ya berxwedêr heye. Ji ber vê sedemê em rastiya Tirkiyeyeke ku di polîtîkayên xwe de pir serketî ye nabînin. Berevajî vê, em rastiya Tirkiyeya AKP-MHP’ê ya ku gav bi gav ber bi rizandin û qirêjiya navxweyî ve diçe, dibînin. Rastiyek heye ku AKP-MHP di şerê qirkirinê yê ku xwe daye destpêkirin de, di geşedanên li Rojhilata Navîn de jî pir bi ser nakeve û li pêşberî berxwedanê her ku diçe bêçare dibe û dikeve nava çiravê. Helbet di pêvajoyên wiha de dem bi dem guherînên ziman çêbûne û em hemû jî vê dizanin. Belê, îro pirsgirêka Kurd heye ku divê çareser bibe û di vê xalê de bi salan e Rêbertî bi stratejîk nêzîkî çareseriya pirsgirêka Kurd dibe. Dîsa perspektîfek ku wî derxistibû pêş û li ser vê bingehê perspektîf, pergal, têgihiştin û siyaseta rastiya Tirkiyeyê ya ku divê bi awayekî radîkal biguhere derxist pêş. Tevî ku muxatab zelal e û Rêberê me jî ev yek anîbû ziman jî, heta niha bi taybetî MHP-AKP li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, ji bo ji holê rabike polîtîkayên faşîsttir meşand û xuyaye ku di warê çareseriyê de pir ne serkeftî ye. Rastiyeke Tirkiye û AKP-MHP’ê ya xitimiye heye û divê ev bê dîtin. Di vê wateyê de ji gerîla ditirse. Ji ber geşedanên niha yên li Rojhilata Navîn û şerê ku Îsraîl her diçe pêşde diçe, divê Tirkiye ji geşedanên paşerojê bitirse û ev yek wê hin hevsengiyan biguherîne. Ger pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê AKP-MHP çareser bibe. Em di pêvajoyek wisa pir krîtîk re derbas dibin. Li ser vî esasî Tirkiye di pêvajoyekê de ji bendekê derbas dibe. Li Tirkiyeyê Devlet Bahçelî zîhniyeteke û astenga herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd heta niha zîhniyeta AKP-MHP’ê û rêbazên faşîst ên ku bi kar tînin e. Yanî ev rastî astenga herî mezin li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li Tirkiyeyê ye. Devlet Bahçelî bi salan e di siyasetê de ye -ku wek me got zîhniyet e- zîhniyeta neteweperestî, şovenîzm, komkujî û qirkirinê ye. Dîsa koka cinsiyetparêziyê ye û em bi polîtîkayeke zayendperest re rû bi rû ne. Her çiqas ji bo Devlet Bahçelî, Erdogan û bi taybetî jî Devlet Bahçelî gelek tişt guherîbin jî, di şêwaz û axaftinên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de ti guhertin çênebûye? Helbet ev ne riya wî ye ku vê pirsgirêkê bi awayekî pir radîkal çareser bike. Helbet ger nêzîkatiyeke cidî ji pirsgirêkê re hebe, muxatab diyar e. Di vê xalê de nêzîkatiya Rêberê me, tevgera Kurd û gelê Kurd diyar e. Li ser vê bingehê dema em li rastiya salê dinêrin, bi taybet dema ku em ketin zivistana 2024’an, bi têkoşîna gerîlayan têkoşînên girîng hatin afirandin. Dîsa li gel hemû êrîşên faşîzan jî helwesta gelê Kurd, jinan û gelek kesên ku sîstema Tirkiyeyê qebûl nekirin û li dij derketin, di hilbijartinên xwecihî de derketin pêş. Cara yekemîn di sala 2024’an de li dijî pêkanînên faşîst ên Erdogan helwesteke siyasî û leşkerî hate nîşandan. Berî her tiştî, ew helwestek bû. AKP a ku ketiye rêza duyemîn ji bo xwe rizgar bike û komî ser hev bike, Erdogan gelek caran serî li taktîka ku gelek caran bi kar tîne da. Erdogan dema ku di nav geşedanên derve de asê mabû, dema ku di nav xwe de gendelîyek cidî dît û dema ku têk çû ev yek pêk anî. Tirkiye têkçûye. Mînak îro bi gotina em ê ji niha û pê de polîtîkaya normalbûnê bimeşînin, xwestin rewşê rizgar bikin. Dema em îro li Tirkiyeyê dinêrin, rojeke normal nîne. Her roj trajedî û komkujî diqewime û polîtîkayên hovane tên meşandin. Jixwe polîtîkayeke gelekî faşîst li ser Kurdan tê meşandin, tecrîdeke gelekî giran jî li ser Rêberê me tê meşandin û di vê wateyê de li ser civaka xwe rizanidnê ferz dike. Li ser vê bingehê mirov nikare behsa normalbûnê bike. Em hatin dawiya salê û ew gotina em serketî ne di ratiyê de ne wisa ye. Rastiyeke Erdogan-AKP-MHP’ê heye ku bi van polîtîkayan gav bi gav lawaz dibe, riziyaye û xera dibe û mehkûmî windakirinê ye. AKP li şûna pirsgirêka Kurd û Rêbertiyê ji binî ve çareser bike tim bi awayekî taktîkî nêzîk bûye. Lê divê Erdogan û MHP-Devlet Bahçelî dvê raastiyê baş zanibin ku zikê gelê Kurd, jinên Kurd û hemû gelên demokrat ji vê polîtîkayê têr e. Ji ber ku ev zinhiyet û polîtîkayên tên meşandin texrîbatên cidî afirandiye.. Di vê wateyê de pêvajo wê nîşanî me bide ku yan pirsgirêka Kurd û Kurdistanê wê çareser bibe, yan jî berxwedana jin û gelan a di vê serdema ku hevsengî gav bi gav diguherin de wê dawî li polîtîkayên faşîst ên AKP-Tirkiyeyê bîne. Ji ber ku pirsgirêk nehatiye çareserkirin û berovajî vê yekê pirsgirêkek heye ku her ku diçe girantir dibe û nêzîkatiya taktîkî ya ji bo vê pirsgirêkê wê ne AKP û ne jî Devlet Bahçelî rizgar bike.
Dema ku li Tirkiyeyê hewl didin vê mijarê nû bikin, li qadên gerîla rastiyeke çawa tê jiyîn, ango rastiya li qada şer çi ye?
Weke ku tê zanîn gelekcaran hem rêveberiya me hem jî HPG’ê der barê şer de agahî û daxuyaniyan didin. Lê dema ku em îro ji aliyê leşkerî ve li paş xwe dinêrin û hin geşedanên di dema dawî de li qada şerê germ binirxînin; belê, di nava salê de daxuyaniyên Erdogan jî hebûn. Bi taybetî jî rastiya PDK-Barzanî hebû ku di sala 2024’an detawîz dan dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Iraqê û dîsa tawîz dan AKP’ê û artêşa wê ya dagirker. Hat gotin ku ew ê heta dawiya salê operasyona Pençe-Kîlît biqedînin, divê gel ji vê mijarê rehet be û êdî ev pirsgirêk wê dernekeve pêşber wan. Helbet ev derew e û li holê ne wisa ye. Em hatin payîzê û îro li Rojavayê Zap, Metîna, Xakurkê û Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî pir giran heye. Lê dema ku em li bingeha pirsgirêkê dinêrin, wek ku rayedarên Tirk û Erdogan diyar kirin, di warê leşkerî de negihîştin armanca xwe û negihiştine. Belê, belkî di sala 2024’an de li ser Metîna, Xakurkê, Sergelê û Tepe Baharê li hin deverên nû bi cih bibe. Lê tevî êrîşên hewayî û bejayî jî me ji çeperên gerîla paşvekişîn nedît. Derdora ti mewziyên gerîlayên ku îro li navenda Rojavayê Zapê li ber xwe didin û şer lê herî dijwar e -Ez weke navend dibêjim- nehatine rûxandin. Dema em li Îlon û Cotmehê dinêrin, bi taybetî dema ku em dikevin payîzê û nêzîkî zivistanê dibin, ji hêla leşkerî ve di nav panîk û tirsa giran de ne. Ji ber ku nekarîn di qada şer de biser bikevin û nekarîn bigihêjin armanca xwe. Niha jî ji bo ku ji bejahiyê êrîşeke îhtîmal a gerîlayan pêk neyê, ev mehek û nîv e ku hewl didin xwe biparêzin, xwe li hemberî êrîşên gerîla ewle bikin û biparêzin. Bi taybetî di meh û nîvên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Behtînan, Bradost, Xakurkê û Medyayê nikarin ji aliyê bejayî ve bi pêş ve biçe, bi bikaranîna zêde balafirên bêmirov, balafirên şer ango êrîşên hewayî veşêrin. Bi vî awayî hewl dide hêza xwe biparêze û xwe ewle bike. Mînak tenê di meha Îlonê de nêzî 100 êrîşên hewayî li ser Garê pêk anîn. Ji vê encam negirtin. Ya herî dawî jî ew e ku em gav bi gav di qada şer de derbasî serdema payîzê dibin û artêşa Tirk a dagirker ji ber vê yekê niha ketiye nava panîk û parastinê. Ji ber ku di zivistana 2024’an de gerîla xwedî arastekirinên pir berfireh bû. Ew artêşên taybet û Mehmetçîkên ku artêşa Tirk ew qas pesnê wan dide li hemberî êrîş û çalakiyên YJA Star û gerîlayan ewqas bi şan û şeref li ber xwe nedan. Berovajî vê yekê gelek gir ji aliyê gerîlayan ve paşde hatin bidestxistin. Leşkerên di konteyniran û konên li mewziyan de dimînin hatin şewitandin û mewziyên wan hatin rûxandin. Weke ku min got, şan, şeref û serbilindiya wan leşkerên ku wan bi şan û şeref bi nav dikirin, ji aliyê gerîlayan ve hatin şewitandin, bûn xwelî û rûxandin. Şerefa wan jî li bin lingan de çû. Ji bo heman aqûbeteke din û zivistaneke wiha dîsa nejîn, ev meh û nîvek e li qada şer bi lez û bez xwe diparêze. Ji ber vê sedemê ji bo ku careke din pratîka konteyniran nejîn, ji bo morala psîkolojîk bidin û piştgiriyê bidin leşkerên xwe, sîstemeke binerdê pêş dixin û bi blokên beton û menfezê sîstemeke parastinê ava dikin. Nêzî meh û nîvekê li qada şer rewş hinekî wiha ye. Niha di nava panîk, parastin û tirsê de ne. Ne li Bakurê Kurdistanê û ne jî li herêmên Parastina Medyayê bi giştî nekarîne serkeftinê bi dest bixin. Li hemberî êrîşeke gengaz a gerîlayan hewl didin bi lez xwe biparêzin. Di vê nuqteyê de jî negihîştine armanca leşkerî ya ku dnîbûn pêşiya xwe. Îro li ser xeta Bêrîtan rastiya têkoşîna gerîlayên YJA Star û Kurdistanê heye. Di vê wateyê de rastiyeke gerîlatî û têkoşînê ya ku pozîsyona xwe diparêze heye û ev jî wê bidome. Helbet her ku avhewa diguhere cih û destê gerîla li qada şer xurtir bûye. Bêguman wê di dema pêş de helwesta gerîlayan çalaktir bibe.
Xeta Bêrîtan îro li Kurdistanê tê çi wateyê? Rastiya ku Bêrîtan li dijî derket çi bû?
Bêrîtan ne tenê kesayetek e, di heman demê de xeta jina Kurd û gelê Kurd e. Helbet li ser heval Bêrîtan gelek tişt dikarin bên gotin. Di vê mijarê de dixwazim balê bikişînim ser çend xalan. Beriya her tiştî li ser esasê perspektîfa azadiyê ya ku Rêbertiya me daye jinên Kurd, rastiya heval Bêrîtan rastiya Kurdên berxwedêr û rastiya jina berxwedêr îfade dike. Di vê wateyê de Bêrîtan perspektîfa jina azad a Rêbertî di kesayet, zîhniyet, ruh, feraset û pîvanên xwe yên azadiyê de bi cih kiriye. Ji ber vê yekê Bêrîtan ne şexs, xeteke Kurdistanê ye. Dîsa ji bo tevgera jinê û bi taybetî ji bo me YJA Starê xeta jina azad e, jin dibe leşker, jin dibe fermandar. Dema ku em bi perspektîfa niha dinêrin rastiya xeta Bêrîtan pir baştir tê fêmkirin. Di sala 1992’yan de ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve ji Heftanînê heta Xakurkê operasyoneke berfireh hat destpêkirin û di vê operasyona dagirkeriyê de li dijî gerîlayan hema bêje pêvajoyeke dagirkeriyê da destpêkirin. Wê demê jî weke îro xeta hevkar, xiyanetkar û teslîmkar piştgirî dida operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk û bi cih girtina nav re konsepta ku bi ser gerîlayan de diçûn pêk anîn. Helbet wê demê berxwedanek bi hezaran rêhevalan bi taybet a heval Bêrîtan hebû. Di wî şerî de Ferhat jî xwedî helwesteke ku teslîmî vê xetê dibe. Di vê wateyê de heval Bêrîtan li hemberî dijminê dagirker-faşîst xwedî helwest e û jina ku li dijî vê têdikoşe rastiya wê ye. Ya ku Bêrîtan kir Bêrîtan helwesta dîrokî ya li hemberî xeta îxanet, hevkarî û teslîmiyetê bû. Hevala Bêrîtan bi çalakiya xwe ev yek nîşan da. Li dijî xeta ku ruhê xwe teslîmî xayin, hevkar, serdest û qirkeran dike; helwesta heval Bêrîtan li hemberî rastiya Kurd a paşverû, paşmayî, neteweperest çalakiyek e, şêwazek e, zihniyetek e. Di vê wateyê de Bêrîtan li hemberî xeta xiyanet û teslîmiyetê teslîmiyet qebûl nake û bi jiyaneke bi rûmet şer û azadiyê tercîh dike û xwe avêtina ji zinaran xwe kir çalakî û ev sekneke rûmetî-dîrokî ye. Bêrîtan helwesteke ji bo hemû jinan û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê Rêbertî got, “Bêrîtan rûmeta me ya azadiyê ye.” Bêrîtan helwest, ruh, pîvan û rastiya jina Kurd a têkoşer e ku di xeta Rêbertiyê de dimeşe azad dibe, xwedî li nasnameya xwe derdikeve û rûmeta xwe diparêze. Helwestek li dijî helwesta paşverû ye. Her wiha bangawaziyek ji bo hemû Kurd û jinan e. Bêrîtan tê wateya welat, tê wateya welatparêziyê. Bêrîtan navê parastina welat, ax, ziman û çanda wî ye. Li ser navê hemû hevrêyên jin ên berxwedêr û hemû gelê me yê berxwedêr helwesteke bi rûmet e. Heval Bêrîtan jî ji bo me jineke pir bi nirx e. Di Bêrîtan de feraseta zayend, welat û jinê ya rizgarkirî serwer e. Dîsa Bêrîtan rastiyek e ku di kesayeta xwe de weke Rêbertî dibêje “Azadiya jinê azadiya civakê ye” vê pîvanê di xwe de afirandiye. Jina Kurd di şexsê Rêbertî de bi gotina “Ez jî di nava vî şerî de me” hebûna xwe û lêgerîna xwe ya azadiyê nîşan daye. Bêrîtan ji Sarayan destpê dike hevrêya hemû jinên ku heta wê rojê li ber xwe dane. Ji bo me di warê helwesta jinan de pîvanek e. Rêbertî got, “Bêrîtan pîvana azadiya jiyan û şer e.” Ji ber vê yekê pîvan, pêşeng û fermandara jina ku şer dike û bi têkoşînê azad dibe. Di vê wateyê de em hemû dixwazin li Kurdistanê bibin Bêrîtan. Rastiya Zîlan, Bêrîtan û Sarayan rastiya jina Kurd e her ku azad dibe, xweşiktir dibe, kesayet, îrade û nasname bi dest dixe. Weke YJA Starê em îro bi vê mîras û xetê têdikoşin. Bêrîtan zanebûna dijmin di me hemûyan de pêşxist û pêşengiya vê pêvajoyê kir. Bêrîtan fermandariya jina azad, gerîlatiyê û rastiya jina Kurd a li ser vê bingehê azad dibe û xwe bi rêxistin dike. Perspektîfa Rêbertiya me di destpêkê de fêhm kir û ev yek di kesayet, nasname, ruh, helwest, pîvan û têkoşîna xwe de bi cih kir û bi qasî fêmkiriye veguherand çalakiyê. Ji ber vê yekê Bêrîtan pîvana me ya bîrdozî-rêxistinî ye. Weke YJA Starê em îro hêzeke ku li ser xeta Bêrîtan dijî û têdikoşin. Em hêza xwe ya herî mezin ji rastiya Bêrîtan digirin.
Meha cotmehê ji bo leşkerbûna jinan xwedî girîngiyeke mezin e Bi vê munasebetê hûn dixwazin li ser asta leşkeriya jinê ya 31 salî û bandora wê çi îşaret bikin. afirandiye?
Keda Rêbertiya me li Kurdistanê bi Sarayan dest pê kir û îro bi milyonan e, li çar parçeyên Kurdistanê xwe birêxistin kirin, bûn xwedî nasname û bûn hêza têkoşînê, heye. Dîsa ked û hewldanên mezin ên hevrêyên me yên şehîd hebûn. Ji ber vê yekê di dîrokê de avakirina artêşa jina azad yekemîn e. Li Kurdistanê gaveke dîrokî ye û bi wî şerî di têgihiştina artêşê de guhertinên binhegîn çêkir. Di heman demê de di zîhniyeta jinan de geşedanên cidî û guhertinan çêkir. Di vê wateyê de artêşbûna jinê ne tenê destanek e. Beriya her tiştî, armancek wê heye. Rastiyeke jin a ku hêza xwe ya parastinê bi dest dixe û li gorî armanca xwe artêşekê ava dike heye. Pêngavên destpêkê yên vê rêxistinbûyîn û rastiya jina têkoşer li Kurdistanê bi êş bûn û bi berdêlan hat bidestxistin. Lê dema em îro li paş xwe dinêrin, di nava 31 salan de destkeftiyên pir girîng hatin bidestxistin. Em xwedî KJK, rêxistinbûn, hêz û perspektîfeke jinê ne ku xwe digihîne pergala konfederal û bandorê li gelek qadan dike. Dîsa li Kurdistanê rastiyeke ku jin bibe partî heye. Artêşbûn bingeha hemû geşedanan e. Helbet di serdema ku piştî salên 1980’î dest pê kir, beriya artêşbûnê gelek hevrêyên me yên jin jî xwedî têkoşîneke gerîlatiyê bûn. Ji salên 80’î destpê kir û heta 93’yan, yanî dema em bûn artêşbûna jinê, Rêbertî di şexsê heval Bêrîtan de jinên berwedêr, yên daxwaza azadiyê dikin û d vê wateyê de bi nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka jinû cudahiya xwe nîşan da. Rastiya Rêbertiyê ne tenê di warê teorîk de, di pratîkê de jî ev yek avêtiye. Di vê wateyê de artêşa xwe ya azadiyê û rêxistina xwe ya bêhempa ava kir. Bi vê yekê Rêbertiyê hem di kesayeta jinê de hem jî di zîhniyeta serdest a mêr de guhertinên cidî ku em dikarin jê re bibêjin şoreşgerî afirand. Lewma em dikarin li ser artêşbûna jinê û gerîlatiya jinê vê bibêjin; erê, hêzeke parastinê ye lê ne tenê hêzeke parastinê ye, hêza xwe ji bîrdozî, felsefe û parastina xwe digire. Di rastiya xwe de îro nasname û tevgera jina azad xwedî bandorek pir cidî ye û jinan ev yek bi bidestxistina hêza xweparastinê bi dest xist. Li ser vê bingehê bûye xwedî kesayet û nasname, îrade û bûye hêzeke rêxistinkirî. Rêxistin tê wateya hêz! Artêşa jinan; bi qasî ku welat û gelê xwe bi hêzeke rêxistinkirî diparêze, li dijî pergala serdest a mêr û têgihiştina wê ya artêşê jî têdikoşe, li dijî pêkanîn û polîtîkayên herî faşîst ên qirkirina jinê jî xwe diparêze. Navê redkirina xwe ya li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi awayekî herî radîkal e. Dîroka xwe ya azadiyê, kesayet, nasname û vîna xwe, diyalektîka xweparastinê û pîvana zîhniyeta azadiyê pêş xistiye û li ser vê bingehê li ser bingeha hêza xwe ya parastinê bûye tevgereke siyasî û bi bidestxistina hêza nasnameyî û çalakiya îdeolojîk. Îro li çar parçeyên Kurdistanê jineke ku li gorî hêza xwe xwe diparêze heye. Artêşbûna jinê li Kurdistanê şoreşeke hem di jinan de hem jî di mêran de guhertinên cidî afirandiye. Di vê wateyê de çawa ku me diyar kir ku ji bo hevala Bêrîtan artêşa jin bingeha hemû hêza me ya rêxistinkirî temsîl dike û ev yek bi Zîlan re gav bi gav gihîştiye lûtkeyê. Îro bi bidestxistina hêz û ezmûneke girîng bi YJA Starê re hem di warê bîrdozî, hem felsefî û hem jî li ser bingeha hêza xweparastinê bûye sedema şoreşê ku gav bi gav xwe guherandiye û pêşdetir kiriye û bi xwe re helwest û feraseta serdest a mêr jî guherandiye û ev yek rê li ber şoreş û gehrînê vekir. Em vê deyndarê artêşbûna jinê û gerîlatiyê ne. Ger îro em dikarin siyasetê bikin, em deyndarê gerîlatiya jinê û hêza artêşbûna jinê ne. Pêşketinên hatin afirandin li ser vê yekê bûn. Îro geşedan û guhertinên girîng afirandiye. Xeleka herî qels niha bûye xeleka herî xurt. Rastiyeke jina Kurd heye ku bi xwe bawer e, bi têkoşînê azadtir û bi rêxistin dibe û ev tê wateya îradeyeke cidî, tê wateya bidestxistina nasnameyeke cidî. Gerîlatiya jinê navê xwe li dîroka azadiyê nivîsandiye.
Di dawiyê de, eger peyamek we hebe ku hûn dixwazin bibêjin, hûn dikarin bibêjin.
Serdema ku em tê re derbas dibin serdemek girîng e. Di meha Cotmehê de hem ji bo jinan hem jî ji bo gelê Kurd mîrateyek pir girîng heye ku gelek pêşeng û hevrêyên me yên jin bi berxwedanê û têkoşîna xwe xwe feda kirine. Helbet weke YJA Starê erka me ye ku em vê mîrateyê geş bikin û biparêzin. Di dawiyê de, ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim; di vê biharê de ji aliyê tevgera jinan ve daxuyaniya xweparastinê hat ragihandin. Li Kurdistanê parastina jinê gaveke girîng e. Îro di pêşketin û guherîna jinê de û di têkoşîna bi bandor de xweparastin faktoreke girîng e. Ez dixwazim di vê mijarê de mînakek li ber çavan bidim û bi minasebeta vê bernameyê silavan lê bikim. Çend roj berê Dayika Emîne (Emîne Şenyaşar) di van salên dawî de bêyî ku serî li ber neheqiyê bitewîne, li mafên xwe yên jinê geriya. Ev helwestek e ku divê wek mînak bê girtin. Dayika Emîne ya ku li hemberî hemû nêzîkatiyên faşîst, zilm, neheqî û mêtingeriyê li ber xwe da ez bi rêzdarî û hezkirin wê silav dikim. Berxwedana wê bi ser ket. Ez serketina wê pîroz dikim. Helwesta Dayika Emîne, helwesta serdemê ye. Helwestek ji bo hemû jin û ciwanên Kurd e. Weke ku min got Dayika Emîne li hember hemû zalim û zilmê serî netewand, negot “qedera min ev e” û bêwestan şer kir, bê ku hêviya xwe winda bike, hemû havîn û zivistan, li ber xwe da û bi ser ket! Ev helwesteke xweparastinê ye. Di serî de jin divê em xwedî vê helwesta xweparastinê bin. Em îro bala xwe bidinê qonaxa ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn gihîştiyê heye. Em îro li Tirkiyeyê binêrin, li Kurdistanê binêrin, li ser jin û civakê komkujiyeke hovane heye. Rizînbûnek tirsnak heye. Helbet li hemberî vê berxwedaneke girîng a jinên Kurd heye. Min Dayika Emîne ji bo vê yekê weke mînakek li ber çavan da. Ev berxwedan e! Helwest e! Lêgerîna mafên xwe helwesta parastina mafên xwe ye. Ev helwest guncaw e û helwesta serdemê ye. Di vê demê de weke jin, xweparastina ku ji aliyê tevgera jinê ve hatiye ragihandin ne tenê darizandina salekê ye. Di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de Filistîn li ber çavên me ye û li cihên ku ev şer lê dijwar bû, binêrin; em bi siyaset û sîstemeke ku îstîxbarata dewletê û faşîzma wê derketiye asta herî jor re rû bi rû ne û ev polîtîka herî zêde komkujiyê li jinan û civakê dike. Xwezayê wêran dike. Ji ber vê yekê li hemberî vê pergala faşîst û şerê hovane divê jin û ciwan xweparastinê pêk bînin, li ber xwe bidin, berxwedanê bi rê ve bibin û em dikarin serkeftinê bi dest bixin. Bi vî awayî em dikarin soza paşerojê bidin. Em dikarin behsa pêşerojê bikin. Di vî şerî de mexdûrên siyaseta serdest a mêr herî zêde jin, zarok û ciwan in. Ji ber vê yekê jî ragihandina xweparastinê bibe pîvaneke bingehîn a jiyana me. Bi taybet jinên Kurd û li ser vê bingehê rêxistinbûna xwe pêş bixin û li ser vê bingehê têbikoşin wê me ber bi serkeftinê ve bibe. Ev şer û qirkirina hem li ser Rêbertiya me hem jî li ser gelê me tê meşandin wê bide sekinandin. Ji bo azadiya Rêbertiya me berxwedan pêwîst e. Her tişt bi rêxistinbûnê tê. Di vê wateyê de ez dubare dikim ku divê helwesta Dayika Emîne helwesta me hemûyan be. Li ser vî esasî ez bawer dikim ku jin, gelê Kurd û hemû gelên bindest di serdemeke wiha krîtîk de, belê xereyên wê hene yanî di nava kaos û gengeşiyê de xwe bi rêxistin bikin û li ser xeta Rêbertiyê de weke xeteke alternatîf wê xwe bi rêxistin bikin û serkeftinê bi dest bixin û divê em bi vê baweriyê têbikoşin.