STRASBOÛRG – Li Katedrala Notre-Dame ku cihê herî girîng û dîrokî yê Strasboûrgê ye posterê Rêber Apo û alên PKK’ê hatin daliqandin û çalakiya TUSAŞ’ê ya dîrokî ya 23’ê Cotmehê hat silavkirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger Bal kişand ser Sîstema Îşkence û Qirkirinê ya Îmraliyê.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di nava rojê de çalakiyek li dar xistin. Posterê Rêber APO û alên PKK’ê li Cathédrale Notre-Dame ku cihê dîrokî û turîstîk a Strasboûrgê ye hatin daliqandin.
Ciwanan çalakiya Tabûra Nemiran a di 23’ê Cotmehê de li dijî navenda girîng a hilberîna çekan a dewleta Tirk a dagirker di komkujiya Kurdan de bikar anî, TAI’yê silav kirin.
Çalakiya ku posterê Rêber APO û alayên PKK’ê li ser banê Kathedrale Notre-Dame ku cihê herî girîng ê geştiyariyê ya Strasboûrgê ye hatin daliqandin, ji aliyê tûrîst û gelê Fransayê ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Ciwanan banga mezinkirina têkoşînê li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîst kirin û gotin, “Heta ku Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe wê çalakiyên me bidomin.”