WINTERTHUR – Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê, ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” stand vekirin.
Li standa ku hat vekirin, der barê tecrîda giran a dewleta Tirk a dagirker û qirker û komploya ku bi hevkariya dewletên navneteweyî li ser Rêber APO pêk hatiye, agahî û belavok hatin belavkirin.
Li ser navê TCŞ’ê Lorîn Amed jî axivî û got, “Rêber APO ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan bûye hêviyek, ji ber vê yekê me îro li vir standa xwe vekir da ku fikr û ramanên Rêber APO ragihînin.
Lorîn Amed, diyar kir ku eleqeyek mezin ji standa vekirinê re heye û wiha dewam kir: “Em weke ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê bang li ciwanên Kurdistanê, gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî meşa di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.