BERLÎN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Rêber APO silav kirin. Ciwanan jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li ser Rojava çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwan li taxa Wedding (Gesundbrunnen) a Berlînê hatin cem hev û bi pankarta “Di sala Serkeftine de Weren Cenga Azadiye” (Di sala Serkeftinê de Tevlî Têkoşîna Azadiyê bibin) meşiyan.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya di çalakiyê de hat xwendin de bal hat kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên hewayî yên li ser Rojava.
Ciwanan di meşê de fîşekên hewayî teqandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “PKK” berz kirin.