NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) di daxuyaniya nivîskî de got;
“Teknîka artêşa Tirk yên li qadên gerîla hatin dîtin ji aliyê milîsên me ve hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de 2 Kamera, 2 Panelên Enerjiyê û 2 Amûrên Qeydkirinê yên li herêmê hatibûn tesbîtkirin ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, di serî de gelê Amed û Botanê dikin ku êrîşên teknîkî yên dagirkeran têk bibin û li dijî êrîşên artêşa Tirk a hov ên li dijî gerîlayên Azadiyê bi gerîla re bibin yek.”