NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya çalakiyên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir;
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ku di van demên dawiyê de li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe didin pêş çalakiyên me yên tolhildan û bersivdayînê didomin.
Di vê çarçoveyê de;
1- Di roja 19’ê Cotmehê de yekîneya me ya Tîma Şehîd Avêsta li Ezazê çalakiyekî Sekvanî lidarxist 1 çeteyê dagirker hate kuştin.
2- Di roja 25’ê Cotmehê de li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 Çeteyê dagirker hate kuştin.
3- Di roja 26’ê Cotmehê de dema hewldana êrîşên çeteyên dagirker li xeta Şêrewa xwe dide pêş. Liwir Hêzên me dagirkerên heyî dişopînîn bi awayekî bi bandor bersiva pêwîst didin wan, di encamê de kuştî û birîndarê wan çêdibe û cenazeyê wan di Eraziyê de dimîne. Carekî din jî dema dixwazin werin cenazeyên xwe rabikin dîsa li wan tê xêstin. Di encama de yek ji wan serçeteyê bi navê Ehmed Raid Meldeun 3 çeteyên dagirker tê kuştin û 3 çete jî birîndar dibe. Di heman rojê de dîsa bi çalakiyên taybet Baregehên Dewleta Tirk a dagirker ên xeta Bab, Mare û Şêrewa hatin hedefgirtin 11 Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.
Di encama van çalakiyên Hêzên me de; 5 çeteyên dagirker hatin kuştin, 11 Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên dagirker jî birîndar bû.