NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya rêxistina Antî-Faşîst-Internasyonal a Myanmarê (AIF):
“Armanca dijminê faşîst diyar e. Çi li çiyayên Kurdistanê û çi li çiyayên Myanmarê, çeteyên dijminê di her kêliyê de ji aliyê hêzên şoreşê ve bindikeve. Ji ber ku nikarin di qada şer de serketinê bi dest bixin, li şûna wê teror û hovîtiyê tînin. Li şûna wê teror û hovîtiyê li sivîlan dikin.
Em tirsandin, bêrûmetî û terora faşîzmê li ku dibe bila bibe red dikin û em bi gelê Rojava û hêzên şoreşê re ne.
Weke enternasyonalîstên ku mil bi mil bi gelên Myanmarê re li dijî cûntaya SAC (Cûntaya desthilatdar a Myanmarê ) têdikoşin, em felsefeya hevalên xwe yên ji bo modernîteya demokratîk têdikoşin esas digrin: “Berxwedan Jiyan e!”