MARSÎLYA – Li Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di şexsê Şehîd Hogir Botan, Şehîd Rûstem Serhed, Andok Tolhildan û Fermandar Bêrîtan ji bo şehîdên Cotmehê bîranînê hate lidarxistin.
Di bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê tevgera jinan Mavîş Mûş û Arzu Gimgim helbestên Şehîdên Cotmehê xwendin. Piştre li ser navê KOMAW’ê Cahîde Goyî di şexsê Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîdên Cotmehê bi bîr anî.
Cahîde Goyî got, “Heval Bêrîtan li dijî zîhniyeta paşverû û xiyanetê helwesta herî tund nîşan da. Bêrîtan li dijî çetetî û tasfiyeyê têkoşîna herî xurt nîşan da. Û bersiva herî zelal da xiyanetê. Got ez teslîmî xayinan nabim û çeka xwe şikand. Şehîd Bêrîtan li hemberî xeta xiyanetê bû sembola têkoşînê.”
Cahîde Goyî jî got, “Hevrîn Xelef, Hecî Lokman Bîrlîk, Heval Helmet hevalên di meha Cotmehê de nemir in” û destnîşan kir ku meha Cotmehê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî cihekî gelekî girîng e.
Piştî axaftinê dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Bîranîn bi temaşekirina sînevîzyona ji bo şehîdan hatibû amadekirin bi dawî bû.