ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Efrîn û Şehbayê xwepêşandanekê girseyî diji êrişên
dewleta Tirk a dagirker organîze kirin. Bi sedan şêniyên ya kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Her wiha armanca meşê jî ji bo silav kirina hevdîtina neviyê Rêber bû. Endamêk li ser navê TCŞ jî wiha got: “Em weke ciwan çalakiya fedayî a şehîd Asya û Rojger, silav dikin. Em ji bo hevdîtina biraziyê bi Rêber Apo re kêfxweş bûn, lê armanca me ne tenê hevdîtin e, armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Dewleta Tirk çiqas bombeyan biavêje jî wê gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe du qat xurt bike.”
Di meşê de wêneyên Rêber APO û wêneyên şehîd Asya û Rojger hatin hildan. Her wiha pankartên “Kes nikare roja me tarî bike” û “Agir kete erşê Romê” hatin vekirin.