BELLINZONA – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ên li paytexta kantona Ticino ya Swîsreyê Bellinzona dijîn, hatin cem hev û çalakiya pankartê li dar xistin. Bi daliqandina pankartê ciwanan xwesten Ş. Asya Alî û Ş. Rojger Hêlîn ên ku çalakiya fedaî pêk anîne bî bîr bînin. Ji bo ku pankartê bêtir bal bikişîne ciwanan meşale pêxistin û bi vî awayî li kolanên herî qelebalix ên bajêr bala welatiyan kişandin.
Ciwanan li ser pankartê ev tişt nivîsandin: “Bijî ji wan re ew ê ku bi xwina xwe dîrok dinivîsînin. Slav ji çalakwanên Enqere”.
Gelek ajokaran ji bo silavkirina çalakiyê qurnefîl lêxistin û hin welatiyan jî nîşaneya serkeftinê çêkirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.