DÊREZORÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêrezorê der barê komploya li dijî Rêber APO de çalakiyekêk dar xist. Çalaki li salona Encûmena Rêveber a parêzgeha Dêra Zorê pêk ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin bi rêvebirin.
Çalaki bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir. Piştre hemû beşdar ji aliyê rêheval Elî El-Mihemed ve hatin pêşwazîkirin û piştre pêşandana sînevizyon pek hat.
Paşê li ser sedem û armancên komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an hate nîqşkirin. Beşdarên Dêrezorê dema pêkanîna komployê nirxandin û gotin: “Me hêza xwe ji Rêber APO girtiye, me raman û felsefeya xwe ji Rêber APO girtiye. Em ê her tim têkoşînê bilind bikin heta azadiya Rêber APO misoger bikin. Ji ber ku tevahî êriş û komployên li dijî herêmê tê kirin dewamiya komploya 9’ê Cotmeheye.”
Çalaki bi siloganên “Bijî berxwdana Rêber APO” bi dawî bû.