TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya amadekariyên Şerê Gel ê Şoreşgerî seminer li dar xistin. Di seminer de bi dehan ciwanên Herêmê beşdar bûn û seminer bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.
Di seminerde bal hat kişandin li ser giringî û stratejiya şerê gelê şoreşgerî û rola ciwanan di pêşengtî û parastina nirxên civakî, çandî û welatparêziyê û pêwîste ku ciwan çawa tev bigerin. Di vê çarçovê de nîqaşên berfireh hatin meşandin. Di seminer de sînevizyonek têkildarî şerê gel ê şoreşgerî hat pêşandan.
Berdevka xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tapqayê der barê pêkanîna rêgeza xweparastinê ji bo parastina destkefiyên şoreşê ev tişt gotine:”Li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk û hewldana wê ji bo ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, rêgeza xweparastinê ya li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî gelek girîng e. Her ciwanek divê berpirsyariyê bigre ser milê xwe û her ciwanek li kur be jî divê avakirina welatê xwe û parastina wê misoger bike”.