NAVENDA NÛÇEYAN – Weke ku tê zanîn bi boneya salvegera 15’ê Îlonê “Jin Jiyan Azadî” Serhildan û salvegera şehadeta Şehîd Tolhildan Qendîl, Endama Kordînasyona KCR’ê (Rêxistina Ciwanên Rojhilat) bi şîara “Dema Tolhildanê ye”pêngaveke nû da destpêkirin.
Li ser vê bingehê Înîsiyatîfa Ciwanên Tolhildêr di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, li navenda bajêr li dijî dîlgirtina Rêber APO ya ku 26 sal in dewam dike, çalakî kir. Bajarên Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya pêngava “Dema Tolhildanê” de pankarta wêneyê Rêber APO û nivîsa “Dema tolhildana azadiya Rêber APO ye” hat daliqandin.
Ciwanan gotin, heta ku dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bibe, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Endamên Ciwanên Tolhildêr heman demê de bang li hemû ciwanên Rojhilat kirin ku bi van çalakiyan têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO berfireh bikin.