NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê, ragihand ku endamê fermandariya eyaleta Mêrdînê Memed Cûdî 25’ê Cotmehê şehîd bû û got, “Jiyana xwe ya şoreşgerî ku ev 16 sal in bênefes û bêdudilî bi cih anî, di lûtkeyê de temam kir û cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girt.”
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de, derbarê gerîlayê şehîd de ev tişt gotin:
“Ewladê hêja yê gelê me yê Mêrdînê, hevrêyê me Memed Cûdî milîtanê fedaî yê Apoyî û endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê di 25’ê Cotmeha 2024’an de gihîşt şehadetê. Şêwaz û bûyera şehadeta hevrêyê me Memed bi hemû aliyên wê ve zelal nebûye û tê lêkolîn kirin.
Hevrê Memed ciwanekî esilzade bû ku aselet û welatparêziya mezin a gelê Mêrdînê di kesayeta xwe de dabû rûnişkandin. Hevrêyekî rewşenbîr, zane, kedkar, fedakar û gihîştî bû. Dema fakulteya mîmariyê qezenç kir û çû zanîngehê, tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Salên dirêj di nava xebatên ciwanan de cih girt. Jiyana sexte ya sîstema modernîteya kapîtalîst, hemû derfetên wê yên madî û zanîngeha wê da aliyekî, têkoşîna azadiyê ya gelê xwe hilbijart û bû şoreşgerekî profesyonel. Dîl ket destê dijmin, li zindanê ma, da ser şopa Ferhat Kûrtay û Mazlûm Dogan û di firsenda ewil de xwe gihand çiyayên Kurdistanê û têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin kir. Li Cûdî dest bi pratîka xwe ya ewil kir, bû gerîla, şer kir, derbên mezin li dijmin xist, bi giranî birîndar bû, lê bêyî navber têkoşîna xwe dewam kir. Ji bo ku her peywira xwe bi serketî temam bike, ked da. Bi tecrûbe û zanebûna ku bi dest xistî, bû fermandarekî ku pêşengî ji hevrêyên xwe re bike. Ji bo ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe û çalakiya fedaiyane pêk bîne bi israr pêşniyarên xwe kirin. Fedaîbûnê kir şêwaza jiyanê û bêhesab têkoşiya. Hevrêyê me Mamed ê ku her tim berê wî li têkoşîna Bakurê Kurdistanê bû, berê xwe da Bakur û bû endamê Fermandariya Eyaletê ya Mêrdînê. Li Mêrdînê dema li ser peywira xwe bû, gihîşt şehadetê.
Em di serî de ji bo malbata hêja ya hevrêyê me fermandarê fedaî yê Apoyî Memed, welatparêzê Mêrdînê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Memed Cûdî bi vî rengî ye:
Nasnav: Memed Cûdî
Nav û paşnav: Ramazan Aktaş Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Navê dayik û bav: Hamdiye – Alaattîn Dem û cihê şehadetê: 25 Cotmeh 2024/ Mêrdîn |