Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

YPJ’ê nasnameya Ş. Tolîn Pelşîn Baz eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
29/10/2024 - 13:35
di nav Ciwan, Daxuyanî, Hemû Nûçeyan, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ’ê nasnameya Ş. Tolîn Pelşîn Baz eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPJ’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya Şehîd Tolîn Pelşîn eşkere kir:

“Şervana me rêheval Tolîn Pelşîn Baz ku di encama êrîşa dewleta dagirker ya Tirk de bi giranî birîndar bibû, ruxmî hemû mûdaxeleyên tibî jî, gihîşt şehadetê.

Em ruhê pak yê şervana xwe Tolîn Pelşîn bi minetdarî bi bîr tînin. Ji malbata welatparêz, gelê xwe û rêhevalên wê re sersaxî dixwazin. Soz û peymana xwe ya bi rêya şehîdan re dubare dikin.

Şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê di her gaveke xwe ya têkoşînê de bi domdarî serkeftinên qedirbilind û mezin bi dest xistiye. Şoreşa me di nava salên derbasbûyî de bi keda şehîd û qehremanên vî gelî, xwe di her warî de îsbat kir. Lewma di roja îro de jî bi taybetî ji bona jin û ciwanan bûye cihê hêz, bawerî, îrade û serkeftinê. Li ser van bingehan, bi hezaran jin û ciwanên ji her netewê berê xwe dan vê şoreşê û bûn dilopek ji herikîna çemê têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkerî û zilmê. Ji bo pêşîgirtina vê şoreşê, bi taybetî jî ji bo tepisandina şoreş û têkoşîna jinan, di serî de dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên faşîst, bi awayên şênber û razber êrîşan didin pêkanîn.

Hevrêya me Emîne Ehmed, bi nasnav Tolîn Pelşîn Baz di dîroka 25.09.2024’an de dema ku li eniya Ewn Dadat ya girêdayî Minbicê li ser erka xwe bû, di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de bi awayekî giran birîndar dibe. Rêheval Tolîn Pelşîn Baz bi qasî mehekê di nexweşxaneyê de hate ragirtin, lê ruxmî hemû mûdaxeleyan jî di dîroka 27.10.2024’an de gihîşt asta şehadetê.

Hevrê Tolîn, li bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz û xwedî nirxên şoreşê de ji dayik dibe. Ji zarokatiya xwe ve li ser çîrokên qehreman û lehengên vê welatî mezin dibe û bi vî awayî jî têkoşînê nas dike. Di dema xwendina xwe ya li dibistanên BAAS’ê de ji polîtîkayên nîjadperest ku li ser gelê Kurd dihate pêkanîn hayedar dibe û soza têkoşîn kirinê li hember van polîtîkayên kirêt dide. Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Şoreşa Rojava pêk tê, di wê de hêrsa tolhildanê bilind dike. Li ser vê bingehî di sala 2021 berê xwe dide nav refên azadiyê.

Cangorî Tolîn di rêwîtiya xwe ya nava refên azadiyê de bi baldarî, eşq û xwestekek bê hemta ve Rêbertî dixwîne û nas dike. Bi naskirina Rêbertî re kesayeta jina ciwan ku şoreşgeriyê îfade dike, di xwe de ava dike. Her wiha di kesayeta şehîdên nemir û pêşeng yên mîna apê wê hevrê Baz de dibe şopdareke bê teredut ya xeta fedayîtiyê. Bi van ramanan ve di jiyana xwe de kesayeta jina milîtan, fedekar, dilnizim û bi moral ji rêhevalên xwe re diteyisand. Bi rihê xwe yê Apogerî ve di xebatên ciwanan de pêşengtî kir û bû yek ji mînakên jinên serhildêr û wêrek. Herî dawiyê jî cihê xwe di nava yekîneyên xweser yên YPJ de girt, li wê derê xwe di rastî û pîvanên jina azad de kûr kir û bi awayekî çalak têkoşîn da meşandin.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şexsê heval Tolîn Baz de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr tînin û minetdariya xwe raber dikin. Em ji malbata xwe ya hêja, rêhevalên wê yê têkoşînê û tevahî gelê xwe re dubare sersaxiyê dixwazin. Em weke rêhevalên hevala Tolîn, soza tolhildana şehîdan û bilindkirina têkoşîna di oxira azadiyê de didin. Em ê heyanî serkeftinê şopdar û pêkanînerên xeyalên rêhevalên xwe yê şehîd bin.”                                                             

 

Nasnameya Hevala Me Ya Şehîd Wiha Ye:

Nav û Paşnav: Emîne Ehmed

Nasnav: Tolîn Pelşîn Baz

Cihê Ji dayîkbûnê: Kobanê

Dîrok û Cihê Şehadetê: MINBIC / 27.10.2024

 

1 Ji 13
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: 5 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Rêze Çalakiyên Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rêze Çalakiyên Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst

Rêze Çalakiyên Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst

Li Tebqa Jinên Ciwan Roje xwe “bi Rêber APO re derbas kirin”

Li Tebqa Jinên Ciwan Roje xwe "bi Rêber APO re derbas kirin"

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.