BASEL – Jinên ciwan ên enternasyonalîst ên li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin cem hev, bi nivîs û pankartan êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker a li ser Rojava protesto kirin. Jinên ciwan daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin, “Heta Rêber APO û gelê Kurd azad nebe em nikarin azad bibin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de jinên ciwan diyar kirin ku êrîşên li dijî Kurdistanê li dijî hemû jinên cîhanê ye; azadiya jinê di felsefeya Rêber de dibînin.
Daxuyanî wiha ye;
“Weke jinên ciwan ên enternasyonalîst ên li Baselê dijîn, em xwe weke parçeyekî her berxwedaneke şoreşgerî dibînin. Lewma êrîşa li ser Kurdistanê di heman demê de êrîşa li ser me ye û azadiya hemû jinên cîhanê ye. Heta ku Rêber APO û gelê Kurd azad nebe em nikarin azad bibin. Bi vê boneyê me li Baselê ji bo li dijî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û li dijî desteka Swîsreyê, me çalakî li dar xistin. Em rêya azadiya jinê bi fikrên civaka azad ên Rêber APO dibînin. Ji ber vê azadiya wî ya fizîkî ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û têkoşîna civaka azad girîng e.”