TEBQA – Ev demek e jinên ciwan rêzeçalakiyên “Li Sofre Roje” li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin. Armanca vê çalakiyê ew e ku jinên ciwan xwe di fikir û felsefeya Rêber APO de kûr bikin û xwe ji koletiya û zihniyeta desthilatdar rizgar bikin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeya Tebqayê ji îro “Rojekê bi Rêber APO re derbas kir”. Gelek jinên ciwan li Keleha Cebarê hatin pêşwazîkirin û ji bo bîranîna tevahî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Piştre bi rêya sînevîzyona li ser Rêber APO û jiyana wî zarokatiya hat pêşkêş kirin. Ji bilî wê stranên şoreşgerî ji aliyê endamên jinên ciwan ve hatin gotin. Her wiha jinên ciwan li ser hest û fikiren xwe yên li ser Rêber APO name xwe xwendin.
Di dawiya rojê de jinên ciwan hatin cem hev û agir pêxistin û li ser Rêber APO stran gotin.