HESEKÊ- Îro êvarê li bajarê Hesekê, Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Bi rihê ciwanên fedayî emê dagirkeriyê têk bibin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin” de meşekî meşele li darxistin.
Meş li ber çarxereya Kanîsê dest pê kir û heya Siha Fileh berdewam kir. Ciwan û xwendekar alên Rêber APO û meşaleyan hildan. Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berz kirin.
Di dawiyê de Mistefa Osman li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û êrîşên qirker ên dewleta faşist a Tirk li ser herêmê şermezar kir, û diyar kir ku dewleta Tirk çalakiya fedayî ya Enqere weke hincetekî ji bo pêkanîna komkujî li ser Rojava bikaranî. Her wiha, Mistefa destnîşan kir ku hevdîtina ku di 23’ê Cotmehê de bi Rêber APO re çêbû ne têrker e û divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO tekoşîn were bilind kirin. Mistefa got ku erkê her ciwan li beramberî Rêber APO û tevahî şehîdên şoreşê ew e ku rêyê wan berdewam bikin û bibin şoreşger.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.