REQA – Îro ciwan û jinên ciwan li Reqayê hatin cem hev û belavok li tevahiya bajêr belav kirin. Di warê naverokê de, belavok li girîngiya perwerdeyê û avakirina kesayeta bû.
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Yûsif e ku tevlî belav kirina belavokan bû wiha got: “Me li ser felsefeya Rêber APO ev belavokan amade kiriye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser felsefeya Rêbertî hatiye avakirin, tenê bi vî awayî em dikarin xwe li hemberî êrîşên dijmin ên fîzîkî û derûnî yên heyî biparêzin. Ji ber vê pêwîste her kesek xweperwerde bike. Rêber APO dibêje, divê hûn her tim xwe perwerde bikin, mîna ava ku timî di gerê de ye û ji ber vê zelal dimîne, divê em jî timî xwe perwerde bikin ji bo em “zelal” bibin. Pêkhateyan me ji bo hemû welatiyên dibêje dest bi xwendina Rêber APO bikin ji ber ku ev perwerdeya herî mezin e.”