NAVENDA NUÇEYAN- Ji Pênûsa Baran Firaz
“Bi binketina Sosyalîzma Reel û hilweşandina Sovyetê, di vê serdema dawî ekolên nû yên tevgerên Femînîst û Ekolojîk li ser hemû cîhanê belav bûne. Nav tevgerên azadîxwaz yên cîhanê li şûna tekoşîna çînî ya proloterya ya klasîk, pirsgirêkên azadîya jinê û ekolojîk bûnê rojevên sereke. Azadîya jinê û ekolojî jî 2 ji lingên 3 fikr û felsefeya Rêber APO ya paradîgmaya Civaka Demokratîk in. Dema em behsa ekolojîzmê dikin di kûrahî de em behsa çi dikin. Paradîgmaya Rêber APO de ekolojî çî ye, emê çawa nêzî pirsgirêkên ekolojîyê bibin? Di serî de em dikarin vê bejîn ku; Ekolojî, bi lîberalîzm û her cûreyên ferperestî û ez eztî re nabe yek. Ekolojîzm bi mêzekirinekî îlmî ya pozîtîvizm û materyalîzm re nabe yek. Bi giştî bi zihnîyetekî dewletparêz û hîyerarşîparêz re nabe yek. Encax ekolojîzm bi sosyalîzmê re dikare bibe yek.
Îro bi derketina holê ya teorîya ‘’Kuantum’’ em dikarin bêjin ku her madde zindî ye, her zindî jî li pêy jîyanekê biwate ye. Wate jî di îfadekirina hebûna xwe û qezençkirina nasnameyêkî peyda dibe. Lê ruhberekî dikare bi tena serê xwe hebûna xwe îfade bike? Ji bo ku zindîyeke bibe ‘’xwebûn’’ destpêkê pewiste di nav ekosîstemekê ku dide û distîne de cîh bigre. Her ruhberek bi danûstandina ku bi zindîyên cuda re ekosîstemekê dide avakirin û dibe hebûn. Kîjan ruhber derveyî ekosîstemê bixwaze jîyan bike nikare jîyanek bidomîne û tune dibe. Heman demê ekosîstem bêyî zindîyan nabe hebûn. Moze hingiv çawa ku nikare derveyî darika hingivê jîyan bike em jî beyî ekosîstem nikarin jîyan bikin. Heman demê heger mozê hingiv tune bibe ekosîstem bi felaketên mezin re rû bi rû bimîne. Hemû zindî bi vî şeklî giredayî hev in. Ev dîyalektîka Ruhber – Ekosîstem wekî dîyalektîka Ferd – Civakê ye. Ne ferdekî dikare beyî civakê bijî, ne jî civak dikare bêyî ferd bibe hebûn. Rojane em dibînin ciwan ji welatê xwe, axa xwê koç dikin. Ji nasnamêya xwe, çanda xwe, zimanê xwe û ji hebûna xwe dûr dikevin. Ev ciwan di alîye fîzîkî zindî bin jî, di alîyê ruhî de tune dibin.Ji ber ku ji ekosîstema xwe dûr dikevin. Ekosîstem civaka me ye. Bi kurtasî, ji bo hebûna ekosîstemekê ger ji nûbûyînê re vekirî be û pêwiste her zindî bi rengê xwe, bi awayekî hevpar û aktîf cihê xwe bigre, rola xwe bilîze. Em dibînin ku her zindî bi awayekî sîmbîyotîk yan jî konfederal dijî.
Însan jî civak jî di vê ekosîstema gerdûnê de cih digre. Heger em vegerin civaka xwezayî, însan parçeyek – bêşek hevpar ya xwezayê bû. Însan her tiştî pîroz didît. Her endamê civakê li beramberî xwezayê û her cureyên zindî û ruhber bi rêzdarîyeke mezîn nêz dibû. Têkilîya însan û xwezayê, têkilîya civak û xwezayê dîyalektik bû. Têkilîyeke diafirîne, tune nake, inkar nake bû. Ji ber vê yekê çend ekolên ku pêşketine, pirsgirêkên ekolojîk bi rêk û pêkkirina Modernîteya Kapîtalîst û pêşketina endustrîyalîzme destpêkirîye. Pirsgirêka ekolojîk dema zilam jinê kole kirîye û bi awayekî însan ji hawîrdora xwe xerîb ketîye, parçebûyîn destpêkirîye. Ji ber vê yekê paradîgmaya ekolojîk tenê komkirina çopê, çandina darê tê hesibandin. Li hemberî endustîyalîzmê çalakî li dar xistin nîne. Ekolojî girêdayî hişmendîyê ye, îdeolojî ye, tarza jîyanê ye. Pewiste em ji xwe re pirs bikin; têkilîyên me bi hevalên me re, jinê re, bi xwezayê re û bi hemû zindîyên ku bi me re dijîn re çiqas hevpar e, çiqas gîrêday e, çiqas rêzdar û komunal e? Yan jî di têkilîyên me de çiqas serwerî, desthilatî, berjewendî heye? Çiqasî têkilîyên me dîyalektîk in? Hêz û îrade didin hevdu? Kesayetekê ekoılojîk jîyaneke hevpar û hevjîyaneke azad dijî. Wek taybetmendîyên ekosîstemê di pirrengîyê de yekîtîyê diparêze û newekhevîyê de wekhevî ava dike. Ji ber vê yekê ekolojîzm bi lîberalîzm, pozîtîvîzm û bi dewletê re nabe yek. Encax bi sosyalîzmê re mimkûnê ku bibe yek.
Di dîmênan de, dahûrandinan de, biranînan de em dikarîn lê mêyze bikin ku Rêber APO li beramberî mirov, jin û xwezayê çiqas rêzdar bû, çiqas nirx dida hemû zindîyan? Reber APO bi sekna xwe û fikr û felsefeya xwe jinên azad, mirovên azad û xwezayek azad dide avakirin.
Girêdayî ekolojizmê pewiste em tiştek lê zêdê bikin îro ax û welatê ku em têde tekoşîn dikin, şer dikin û xwîna xwe dirêjin axa ku dergûşa mirovahîyê ye. Axa ku di pirtûkên pîroz de wek axa pîroz tê pênase kirin. İro jî bi xwina hezaran şehîdan li ser van axan hatîyê avdan dibe sebeba ku rûxmî ewqas metîngerî û talankirinê dîsa jî ev ax bi hemû rengên xwe şîn dibe. Ekolojîzm xwedî derketîna van axên pîroz e ku ev ax bi hemî bereketên xwe bûye derguşa mirovahîyê. Ekolojî xwedî derketina dîrok û mîrasê ku bi kedekî bêhempa ji me re hatîye hîştin e. Jîyanekê ekolojîk encax bi vê xwedî derketinê pêkan e.”