TEBQA –Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Tebqayê di çarçoveya amadekariyên Şerê Şoreşgerî ya Gel de bi hevkariya Desteya Tenduristiyê hemleya komkirina dermanan da destpêkirin.
Kampanya bi armanca komkirina dermanan ji hemû embarên tenduristiyê yên berdest, du rojan berdewam dike. Piştî bidawîbûna hemleyê wê derman radestî nexweşxaneya leşkerî bên kirin da ku di kana lezgîn de bên bicihkirin û di şert û mercên heyî de alîkariya pêwîst bê kirin.
Ev kampanya di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo piştgirîkirina civakê û peydakirina pêdiviyên tenduristiyê de tê.