HABER MERKEZİ- Kovara Ciwanên Welatparêz ku bi zimanê Tirkî û Kurdî derdikeve, hejmara Mijdar-Kanûnê pêşberî we ye.
Di kovara ku bi şîara “Yan em ê bi Rêber APO re azad bijîn, an jî em ê nejîn û nahêlin were jiyîn” tê weşandin de, perspektîfa Rêber APO di vê hejmarê de bi sernavê ‘PKK zanist, moral, exlaq û şerekî mezin e’ cîh digre.
Perspektîfên Ciwan û Jinên Ciwan di bin sê sernavên cuda de bang li ciwanan dike.
Hûn ê di gotara di beşa “Jiyana Gerîla” de notên li ser Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bibînin.
Di beşa “Nirxandin” de; Gotarên bi sernavên “Ciwanên ku bi PKK’ê re cewherê xwe dîtin”, “Ciwanên ku bûne fedaî”, “Her roj mirin her roj ji nû ve zayin” û “AKP-MHP çawa Hîzbul-kontra Mankurtîze kir” cîh digrin.
Di gotarên beşên “Kurdistan û Dîrok” û “Çand û Huner”ê de agahiyên li ser dîrok û hunerê hene.
Di beşa “Ji Edîtorê” de Karîkatûr, “Destpêka Belgefîlmê” û “Bîlançoya çalakiya salane ya YCWK” heye.
Hûn dikarin hemû hejmarên kovara me li navnîşanên jêrîn bi dest bixin.
Telegram: https://t.me/yurtsevergenclik
https://t.me/KmlnCwn
pdf: