NAVENDA NUÇYAN- Di daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) de li ser çalakiyên li Gever û Farqînê ev agahî hatin dayin:
“Milîsên me 27’ê Cotmehê li bejahiya gundê Pala yê navçeya Geverê li cihekî nêzî qereqola dagirkeran, li hemberî xefikeke wênekêşiyê çalakiyek kirin. Di encamê de cîhaz hate îmhakirin. Ev teknîka ku li hemberî gerîlayên azadiyê tê bikaranîn wê li her cihî bibe hedefa me.
Milîsên me 28’ê Cotmehê saet di 16:00 de li navçeya Farqînê ya Amedê li hemberî qemyoneke faşîstan çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de qemyon tevî barê xwe hate îmhakirin.”