ŞEHBA- Yekîtiya Xwendekarên kantonên Efrîn û Şehbayê li Saziya Şehîd Viyan Amara ya bajarê Şehbayê merasîmek bîranînê ji bo şehîdên jin ên meha Cotmehê li dar xist.
Di çalakiyê de 13 tabloyên hunerî yên ku fedakariya şehîdên jin nîşan didin, hatin pêşandan.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir, piştre Rim Efrîn li ser fedekariya şehîdan û felsefeya Rêber APO axivî û bal kişand ser rola jinan piştî damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku di têkoşîn û beşdariya siyasî de cihek girîng da jinan.
Rim bal kişand ser girîngiya pêşxistina mafên jinan di civakê de, û çawa jin bi beşdariya xwe ya bi bandor di avakirina tevgerek bihêz de beşdar bûn.
Di merasîmê de pirtûkên ji bo şehîdan û pirtûkên Rêber APO hatin pêşkêşkirin û pêşandan.