PARÎS – Di çarçoveya Pêngava ‘Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd a Evryê li Taxa Corbeil a Parîsê meşek meşaleyî hat lidarxistin. Meşa ku ji ber Şaredariya Corbeilê destpê kir, bi dirûşmeyên gelek caran û daxuyaniya çapemeniyê li Gara Trenê ya Corbeilê bi dawî bû.
Ciwanan alên Rêber APO û alên PKK’ê vekirin û bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO. Di meşê de ciwanan bê navber siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Ciwanên gihîştin Gara Trenê ya Corbeilê, di şexsê Şehîd Rojger Hêlîn û Asya Alî de ku li dijî TUSAŞ’ê ya Enqereyê çalakiya fedayî pêk anîn, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Piştî deqîqeya rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de li ser navê TCŞ’ê Şervan Wan axivî û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya me ye, ji ber vê yekê divê em ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO her tim li qadan bin.”
Şervan Wan bal kişand ser şerê taybet ê li Ewropayê li dijî ciwanên Kurd tê meşandin, diyar kir ku Kurdistana azad ancax bi têkoşînê pêkan e û destnîşan kir ku divê ciwan ji bo azadiya Kurdistanê li her qadê li ber xwe bidin.
Şervan Wan di dawiya axaftina xwe de banga mîtînga mezin a 16’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.