NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara Mijdar-Kanûnê ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ku her du mehan carekê bi Kurdî û Tirkî tê weşandin, bi şîara “Em bi rastiya Rêber APO re li ser Xeta Jinên Azad Dimeşin” bi we re ye.
Di hejmara Mijdar-Kanûnê ya kovarê de bi temaya Li ser Xeta Jinê, li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê nivîs û kategoriyên cuda cih digirin.
Kovar bi temaya Li ser Xeta Jinê, bi Perspektîfa Rêbertî, Jinên Ciwan û Zanîngehê rê û rêbazên helwesta jinên ciwan a li hemberî pêvajoyê diyar dike.
Kovar bi Perspektîfên Rêbertiyê yên bi navê “Jina bi hêz Jina Jiyanî ye”, Perspektîfa Jinên Ciwan a bi navê “Têkoşîna me ya bi xeta jinê dest pê dike dê zayîna azadiyê biafirîne”, perspektîfa zanîngehê ya bi navê “Xeta Jinê Xeta Jiyana Azadîxwaz e” û bi perspektîfên xurt li ser ronîkirin û hişyarkirina jinên ciwan pêşkêş dike. “.
Di beşa Dosyayê de gotara “Di Kontatî de Çarxa bi Sêyan” cîh digre û her wiha di beşa Portreyê de têkoşîna jiyanê ya Şehîd Armanç Cemre tê vegotin.
Di Kategoriya Jineolojiyê ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz de gotara Çîgdem Dogû ya bi navê “Serhildana Zayîna Duyemîn a Bi Zanista Jineolojiyê ya Li Dijî Şikandina Zayendî ya Duyemîn a li ser Jinên Ciwan tê ferzkirin” û gotara Sarya Stêrk a bi navê “Ji Rêbertiya Gerdûnî Ber Bi Pêşengiya Jinan ve” cîh digrre. Kategoriya Ji Pênûsa Jinan bi we re ne.
Hûn dikarin Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ku bi gelek naverokên xwe perspektîfekê pêşkêşî jinên ciwan dike, li van navnîşanan bixwînin:
https://t.me/jinenciwanturk
https://t.me/yurtsevergenckadin
PDF:
dflip id=”213646″][/dflip