BEHDÎNAN- HPG’ê ragihand ku li herêmên Zap û Xakurkê di çalakiyên gerîla de herî kêm 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
28’ê Cotmehê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li çepereke bombeavêj a dagirkeran hate xistin. Di encamê de çekeke bombeavêj a bi zincîr a dagirkeran hate îmhakirin û derb li çeperê hate xistin.
29’ê Cotmehê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
30’ê Cotmehê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
29’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sergelê hêzên me yekîneyeke dagirkeran xistin bin kontrola xwe. 30’ê Cotmehê saet di 15:20’î de destpêkê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî li vê yekîneya dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Cebilxaneyên li ser dagirkerên hatin cezakirin, teqiyan. Saet di 15:38’an de jî dagirkeran xwestin bi du wesayitên zirxî yên ‘sivîl’ nîşan didan, dest li qada çalakiyê werdin. Li hemberî van dagirkeran jî bi sabotajê çalakî hate kirin. Di encama çalakiyê de derb li wesayitekê hate xistin. Dagirkeran saet di 16:15’an de mirî û birîndarên xwe birin qereqola li Sergelê ya PDK’ê. Saet di 16:20’î de jî helîkopterên artêşa Tirk a dagirker xwe li qereqola PDK’ê danîn û mirî û birîndarên xwe bi alîkariya PDK’ê ji herêmê birin. Qada Berxwedanê ya Sergelê ji aliyê helîkopterên êrîşê yên artêşa Tirk a dagirker ve ji saet 16:20 heta 17:36’an bê navber hate bombekirin.
Li Herêma Xakurkê;
30’ê Cotmehê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
29 û 30’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
29 û 30’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Lolanê 11 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
29 û 30’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Berbizinê, Şehîd Şerîf 5 caran, li Herêma Garê qadên Siyanê, Çemrobotkî, Deşta Kafya, Dêreşê, Zêvkê 5 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Dergelê carekê, li Herêma Qendîlê qada Bêpalanê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 2 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
29 û 30’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 23 caran, li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Girê Şekîf 4 caran; bi giştî 27 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”