HESEKÊ – Li hesekê konferansa yekemîn a Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk hate li darxistin.
Di konferanê de, hevserokên nû hatin hilbijartin.
“Bi rih û rixistina ciwanên ermenî, em faşîzmê hilweşînin û civaka exlaqî-polîtîk ava bikin”
Bi vê dirûşmeyê li bajarê Hesekê konferansa dameznîner a tevgera ciwanên Ermenî a Demokratîk hate li darxistin.
Di konferansê de, 300 endamên tevgerê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û partî amede bûbûn.
Di konferansê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bakur û rojhilatê Sûriyê Rêzan Gulo axivî û lidarixistina konferanê pîroz kir.
Rêzan Gulo got, ew hêvî dike ku ew ê di pêşerojê de ciwan bi karê xwe pêketinê bînin.
Di konferansê de, sinvîzyonek li ser xebatên ciwanan hate pêşdan.
Paşê Losinak Kafûriyan û Esdûr Hakûbiyan wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û encam der barê zêdekirina rola xebatên ciwnan, vekirina nivîsgehên Ermenî li gund û bajaran û xurtkirin têkiliyên tevgerê bi sazî û tevgerê din re.